Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene 2020-07-27 10:28:06   MÊRSÎN - Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî. Di qezaya rû da de, 5 jê leşker 6 kes mirin, 10 jê giran 27 leşker birîndar bûn.    Otobusa ku xwest leşkeran ji KKTC’ê bibe Mêrsînê, li ser rêya Zeytînalani ya Mût-Karamanê di şerampolê de qulipî. Piştî qezayê gelek ambûlans û agirkuj sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên destpêkê ajokarekê otobusê û 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 10 jê giran 27 leşker birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûtê hatin kirin.      Walîtiya Mêrsînê di daxuyaniya nivîskî ya da de, wiha got: “Li gorî tespîtên destpêkê, di qezayê de ajokar û 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûne.”