Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin 2020-07-27 13:02:49   ENQERE – Wezareta Dadê ragihand ku dê girtî û hikumxwar di meha tebaxê de dikaribin du caran hevdîtinê pêk bînin.    Wezareta Dadê ji bo hevdîtina girtiyan daxuyanî da. Wezaretê ragihand ku girtî û hikumxwar di meha tebaxê de dê dikarin du caran hevdîtinê pêk bînin. Li gorî vê yekê di 1-10’ê tebaxê û 15-31’ê tebaxê de girtî û hikumxwar di çarçoveya tevdîriên vîrûsa koronayê de dikarin bi ferdên malbata xwe re bi du kesan re hevdîtina girtî pêk bînin.