ÎHD: 19 girtî mirin 2020-07-27 15:52:53   ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora 3 mehan a binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn aşkere kir. Li gorî rapora 3 mehan li girtîgehan 19 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. 32 girtî jî îşkence li wan hatiye kirin.    Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, rapora 3 mehan a binpêkirinên mafan a li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi raya giştî re aşkere kir. ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê rapor li avahiya komeleyê aşkere kir. Di civînêde Endama Lijneya Navêndî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, diyar kir ku di 3 mehên Nîsan-Gulan û Hezîrana 2020'an de li girtîgehên herêmê di serî de mafê girtiyan ên tenduristiyê hatiye binpêkirin. Çevirmen, da zanîn ku "Mafê Jiyanê" ku bi zagonan hatiye parastin tê binpêkirin û girtî nikarin ji vî mafê xwe sûdê bigirin. Çevîrmen, da zanîn ku mafê girtiyan ji aliyê Peymanên Navneteweyî ku Tirkiye Îmze kiriye ve tê parastin, lê ev mafê wan tê binpêkirin.    165 KESAN SERLÊDAN KIR   Çevîrmen, anî zimam ku tundî li girtiyan tên kirin û girtî ji mafê xwe yê ragihandin û ziyaretan bêpar dimînin û got: "Li gorî rapora ÎHD'ê ya Herêma Enqereyê ya Nisan-Gulan û Hezîrana 2020'an 123 girtiyan û li girtigehên din jî 42 girtiyan bi giştî 165 kesên mafên wan hatine binpêkirin serî li wan daye." Çevirmen, anî ziman ku wan binpêkirinên li Girtîgehên Hêjmar 1 a Afyonkarahisar, Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, Girtîgeha Tîpa F a Bolu, Tîpa L a Eskişehir, Tîpa T a Karaman, Tîpa Fa Kirikkal, Tîpa T -E a Kirşehir, Tîpa E ya Seydişehir, Girtîgeha Jinan a Sincanê, Tîpa L a Hêjmar 1 a Sincanê û Girtîgeha Tîpa T a Tokatê kirine rapor û parve dikin.    Çevîrmen cih da raporê û wiha got: "Girtî nikarin biçin nexwaşxaneyê û derman bibin. Yên diçin nexweşxaneyê jî neçar in 14 rojan di hucreyê de bi serê xwe bimînin. Girtiyên bi tena serê xwe nikarin bijîn ji ber ku 14 rojan nadin ber çavên xwe nikarin biçin nexweşxaneyê. Odeyên wan dezenfekte nakin. Tenê 1 şûşe ava cilşoyan didin. Girtiyên diçin nexweşxaneyê jî hemû daxwazên girtiyan pêk nayên. Rewşa girtiyên tenduristiya wan xerab ji bo wan tu tedbîr nayên girtin. Yên nexweş dezenfektanê nadin wan. Girtî dema tiştan distînin jî bi buhayê ji sedî 100 buha digirin. Îşkence û muameleya xerab a li dijî girtian zêde bûye. Di 3 mehan de 32 girtî îşkence li wan hatiye kirin û muameleya xerab kirine. Girtî li Aksarayê û Boluyê îşkence li wan hatiye kirin û ew derb kirine. Girtiyên li Kırşehirê tundiya derûnî li wan hatiye kirin. 6 girtiyên li Girtîgeha Seydişehirê ji ber zextên 'Hûn dê li ser piyan' hêjmarê bidin dest bi greva birçîbûnê kirine. 6 girtî xistine hucreyên cuda û vîtamîn nadin wan.    Mafê girtiyan ên ragihanidinê ji deste wan girtine. Mafê girtiyan ê hevdîtin, telefon û nameyan bi sînor dikin an jî qut dikin. Mafê girtiyan ên gerdûnî tên xwarin. "    Çevîrmen xwest mafê hemû girtiyan bên parastin û xwezt teqes Wezareta Dadê û raya giştî li dijî vê yekê bêdeng nemînin.