Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin 2020-07-27 19:03:19   STENBOL - Dadgehê daxwaza parêzer  Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku ji bo li Saziya Tipa Edlî (ATK) muayine bibin ketine rojiya mirinê qebûl kir.    Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo li Saziya Tipa Edlî (ATK) muayine bibin ketibûn rojiya mirinê. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û ew sewqî ATK'ê kirin. Endamên Grup Yorum li ser hesabê înternetê agahî parve kirin û diyar kirin ku daxwaza parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal a ji bo li Saziya Tipa Edlî (ATK) muayine bibin hatiye qebûlkirin. Grup Yorum gotin "Bila Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk tahliye bibin."