ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-28 09:00:21   * Cejnek din jî ya qûrbanê tê û wek cejnên berê dîsa li Bazara Heywanan a Wanê liv û tevger nîne. Têcir diyar kirin ku ji ber krîza aborî kes boraqan nakire û karê sewalkariyê hatiye asta qedandinê.    * Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Parêzer Jindar Ûçar, diyar kir ku êdî Wan veguheriye gora penaberan û got: “Ev rewş bingeha xwe ji polîtîkayên necezakirina kesên bazirganiya mirovan dikin, digire.”    * Nûnerên jin ên Amedê bertek nîşanî daxwaza betalkirina Peymana Îstanbul dan û diyar kirin ku betalkirina peymana Îstanbul ne karê aqilan e. Jinan diyar kirin ku ew ê ji bo civakek azad têkoşîna xwe berdewam bikin.    * Girtiyê nexweş Onder Poyraz tevî nexweşiyên xwe, di hûcreya yek kesî de tê girtin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, diyar kir ku hevjînê wê nikare di yek hûcreyê de bimîne û got: "Ji ber ku hevjînê min bi rêk û pêk nayê derman kirin, her ku diçe rewşa wî xirab dibe û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne."   * Parêzer Şukran Eroglu, destnîşan kir ku nêviyê civakê ji jinan pêk tê, hêsên serdest dixwazin jinan tune bikin. Prz. Eroglu, da zanîn ku eger Tirkiye Peymana Îstanbul betal bike dê hêzên navneteweyî li dijî Tirkiye helwest bigirin û got: "Êdî Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye."     * Di doznameya derbarê 45 kesên ku ji ber xebatên xwe yên KCD’ê tên sûcdarkirin de cih ji hevdîtinên Ocalan ên bi pêrêzerên wî re jî hatiye veqetandin. Tê texmînkirin ku nîşeyên hevdîtinan ji aliyê wezaretê ve ji dozgeriyê re hatine şandin.    * Derket holê Bankaya Ziraatê, birîna sîxortayê ku ji cotkaran dike, li şûna bike hesabê Hewza Sîxortayên Çandiniyê, avêtiye faîzê. Cotkarên ku bi mirina sewalên xwe bi rewşê hesiyan giliya bankayê kirin û lêpirsîna dozgeriyê dan destpêkirin.    * Ji ber Kovîd-19’ê li nexweşxne û wargehên Mêrdînê cih nemaye. Li bajarê ku pergala tenduristiyê hilweşiyaye, xebatkarên tenduristiyê hişyar kir: “Dibe ku di cejnê de hejmar zêdetir bibe.”    * Dildara “Her der zarok” Ayşegul Goçmen, diyar kir ku zarok di pêvajoya pandemiyê de mehkûmî tenêbûnê hatine kirin. Goçmen, got ku divê polîtîkayên ku navenda wan zarok bin bên afirandin û ji bo zarokan qadên ku li wan bê jiyîn bên avakirin.    * Malnişînên ji ber kêmbûna mûçeyan xwe bi gazinc in, diyar kirin ku buhayê her tiştî zêde bûye loma ew neçar in ji gelek tiştan ferexet bikin.   * Serokê Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê Medenî Gur, diyar kir ku gotin û polîtîkayê desthilatê û awayên cezakirinê û qanûna înfazê rewşên ku wêrekiyê didin faîlên îstîsmarê derdixin holê.    * Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kofî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”   * Komiteya Jinan a Milê Sendîkaya Genel Îş a Herêma Anadolu dê li pêş Şaredariya Kartalê kom bibin û li dijî cînayetên jinan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * 2'emîn danişîna doza Dozgin Temo (Çiçek Kobanê) ku di şer de ji aliyê eskerên TSK'ê ve dîl hat girtin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00-14-00)    * Şaxa Sendîkaya SES'ê ya Rihayê û Odeya Tabîban a Rihayê bi boneya balê bikişîne ser şewba vîrûsê ku zêde dibe dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30).   * ANYAKAY-DER, bi boneya cînayetên jinan û destdirêjiya zarokan şermezar bikin, dê li avahiya komeleya xwe ya Aksarayê daxuyaniye bidin çapemeniyê. (13.00)   * Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, dê li Buroya Rêveberiyên Herêmî Ya Amedê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Hewldana Ji bo Roboskî Edalet dê di meha 103'emîn Komkujiya Roboskê de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)