Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin 2020-07-28 09:02:06   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Onder Poyraz tevî nexweşiyên xwe, di hûcreya yek kesî de tê girtin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, diyar kir ku hevjînê wê nikare di yek hûcreyê de bimîne û got: "Ji ber ku hevjînê min bi rêk û pêk nayê derman kirin, her ku diçe rewşa wî xirab dibe û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne."   Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimîne, tevî nexweşiyên xwe bi tena serê xwe di yek hûcreyê de tê girtin. Poyraz di sala 2016’an de bi îdîayên "Endamtiya rêxistin" û "Parçekirina yekbûyina welat” hat girtin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Poyraz di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê hat îlankirin de, bi kurê xwe re birîndar bû û bi birîndarî hat binçavkirin. Piştî ku hat binçavkirin û girtin, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û hîna tedawiya wî xelas nebibû, ew şandin Girtîgeha Şirnexê. Poyraz ê cezayê muebeta giran lê hat birîn, tevî nexweşiyên xwe di hûcreya yek kesî de tê girtin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, bal kişand ser rewşa Poyraz û diyar kir ku her ku diçe rewşa wî girantir dibe.   ‘TENDÛRISTIYA WÎ ROJ BI ROJ GIRAN DIBE’   Poyraz, anî ziman ku herî dawî dema çû hevdîtina Poyraz, rewşa wî ne baş dîtiye û wiha axivî: "Hevjînê min di dema qedexeya derketina kolanan de bi birîndarî hat binçavkirin û girtin. Hêj tedawiya wî xelas nebibû, ji nexweşxanê derxistin û şandin girtîgehê. Ev 5 salin di girtîgehê de ye. Dema ku birîndar bû, ezayê hûndirê wî tev perçiqî bûn. Ji ber vê platîn xistin pişta wî. Nikare hereket bike. Ji ber ku bi rêk û pêk nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Nikare xwarinê bixwe û biraze. Heta niha di qawişê de bû. Kêm zêde hevalên wî pêdiviyên wî yên rojane bi cih dîanîn. Lê niha bi tenê ye û roj bi roj tenduristiya wî xerab dibe.”    ‘NEHIŞTIN KU BÊ DERMANKIRIN Û BIRINDARÎ ŞANDIN GIRTÎGEHÊ’   Poyraz, da zanîn ku daxwaza wî ya dermankirinê ji aliyê rêveriya girtîgehê ve bê bersiv tê hiştin û wiha bilêv kir: "Ev qasî salekêye di hûcreyê de tê girtin. Piştî ku cezayê wî hat erêkirin,ew avêtin hûcreyê. Li gorî biryara dadgehê wê heta 10 salan di hûcreyê de bê girtin. Gelek zehmetiya dikişîne. Gelo miroveke birîndar û nexweş dê çawa karibe hûcreyê de bimîne? Di hevdîtina herî dawî de, ji min re got, 'vîrûs bi kê ketibe, bi zanebûn dişînin aliyê min. Piştî ku 14 rojan di hûcreyê de dimînin baş bibin, baş nebin wan girtiyan dişînin qawişan.’ Derûniya wî nebaş bû. Bi awayekê neheq û bêhiqûq hat girtin. Dema ku zarokê wî di himbêza wî de bû birîndar kirin. Nehiştin ku bê dermankirin û bi birîndarî şandin girtîgehê.”   ‘DIVÊ BÊ BERDAN’   Poyraz, bal kişand ser muameleyên xirab ên rayedarên girtîgehê û wiha daxwaza berdana hevjînê xwe kir: "Dema em diçin hevdîtinê, em rastî nêzîkatiyên tund tên. Di her çûyina girtîgehê de em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Me di lêgerîna tazî re derbas dikin. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bibin. Daxwaziya min ew e ku hevjînê min bê berdan. Ji ber rewşa me ya aborî, em nikarin dermanan jê re bikirin. Ji bo ku pêdivîyên xwe pêk bîne, ez her mehê pere deyn dikim û jê re dişînim."   Zeynep Dûrgût