Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne 2020-07-28 09:02:26   AMED – Di doznameya derbarê 45 kesên ku ji ber xebatên xwe yên KCD’ê tên sûcdarkirin de cih ji hevdîtinên Ocalan ên bi pêrêzerên wî re jî hatiye veqetandin. Tê texmînkirin ku nîşeyên hevdîtinan ji aliyê wezaretê ve ji dozgeriyê re hatine şandin.    Di doznameyên derbarê 45 kesên ku ji ber xebatên xwe yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi “Emdamtiya PKK’ê” tên sûcdarkirin de guhertin pêk hatin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê cotmehê 2018’an de ji ber xebatên wan ên KCD’ê derbarê 64 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîna derbarê 45 kesan de temam bû û derbarê wan de dozname hat amadekirin.    NÎŞEYÊN HEVDÎTINÊ DI DOZNAMEYÊ DE YE    Ji sûcdariyên beriya niha cûdatir şemayeke KCD’ê di doznameyan de heye û weke delîl jî nîşeyên hevdîtinên parêzeran ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatin rêzkirin. Di doznameyan de delîlên din ku hatine bi destxistin, agahiya wan a ku çawa û ji kî/ê hatine bidestxistin hatine dayîn, lê derbarê bidestxistina nîşeyên hevdîtinên bi Ocalan re agahî nehatiye dayîn.    GELO NÎŞEYAN WEZARETÊ DAYE?   Tê texmînkirin ku nîşeyên hevdîtinan ji qeydên dengan hatine girtin û ji aliyê Wezareta Edaletê ve ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatine şandin. Berovajiyê doznameyên beriya niha di doznameyên nû de şemayeke KCD’ê heye. Di doznameyan de hatiye destnîşankirin ku bi fermana Ocalan KCD weke “meclisa damezrîner” hatiye avakirin. Nêrînên Ocalan ên di navbera 26’ê îlona 2007’an û 18’ê tîrmeha 2011’an de jî di doznameyan de hene.    AGAHIYA DEWLETÊ JÊ HEYE!   Di doznameyan de nîşeyên 40 hevdîtinên bi Ocalan re hatin dayîn. Di doznameyan de Ocalan, KCD’ê weke sîwaneke rêxistinên sivîl ên kurd dinirxîne û PKK/KCK’ê îllegal pênase dike û sînoran dike navbera wan û KCD’ê. Dîsa Ocalan, destnîşan dike ku ji bo muzakereyên çareserkirina Pirsgirêka Kurd KCD’ê bi erêkirina dewletê ava dike. Ocalan vê agahiyê di hevdîtina xwe ya di 27’ê tîrmeha 2010’an de ku bi parêzer û Hevseroka KCD’ê ya demê Aysel Tûglûk re dike de parve dike û diyar dike ku agahiya dewletê ji avakirina KCD’ê heye. Vexwendina delegeyên KCD’ê ya vekirina meclisê ku ji aliyê Serokê Meclisê yê Demê Cemîl Çîçek ve pêk hatibû jî piştgiriya vê yekê dike.    OPERASYONAN DI 2007’AN DE DEST PÊ KIR   Di doznameyên nû de daneyên ku xebatên amadekariyên operasyonên di bin navê KCK/TM de li dijî siyaseta kurd hatine kirin, bi hevdîtinên ku qaşo ji bo şareseriya Pirsgirêka Kurd bi Ocalan re hatine kirin re dest pê kirine, hene. Destpêka operasyonên KCK/TM’ê ku di 14’ê nîsana 2019’an de pêk hatin û 152 kes di wan de hatin binçavkirin, weke sala 2007’an derbas dibe. Di doznameya de hatiye destnîşankirin ku di navbera salên 2007-2010’an de 93 operasyonên KCK/TM’ê hatine kirin û di operasyonan de hezar 94 kesên bi guman hatine binçavkirin û 625 kes ji wan jî hatine girtin.