‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’ 2020-07-28 09:04:18   MERSÎN – Dildara “Her der zarok” Ayşegul Goçmen, diyar kir ku zarok di pêvajoya pandemiyê de mehkûmî tenêbûnê hatine kirin. Goçmen, got ku divê polîtîkayên ku navenda wan zarok bin bên afirandin û ji bo zarokan qadên ku li wan bê jiyîn bên avakirin.    Li Mersînê, komeke dildar ku “Her der zarok” ava kirine, di pêvajoya pandemiyê de zarokan ji bîr nekirin. Dildarên ku di çarçoveya perwerdeya alternatîf de ji bo ku zarok di mehên havînê de demeke xweş û çoş derbas bikin, bi şîara “Her der zarok” hatin gel hev, diyar kirin ku 5 sal berê vê kampanyayê dane destpêkirin.    PERWERDEYA ALTERNATÎF   Ji dildaran Ayşegul Goçmen, diyar kir ku armanca wan ew e ku nîşanî zarokan bidin ku cîhaneke din jî pêkane û wiha got: “Li gelek bajaran me bi beşdariya dildaran bernameyan li dar xist û bi zarokan re hatin gel hev. Me perwerdeya şano, muzîk, nivîskariya afirîner û lîstikan da zarokan. Em armanc dikin ku zarok xwe binasin û li gorî behreya xwe bi pêş bikevin. Em li taxên ku pêwîstiya zarokan bi perwerdeyê heye û ji ber kêmderfetiyên malbata xwe nikarin perwerde bigirin, qursan didin zarokan. Piştî perwerdeya 3 mehan, em mîhrîcana zarokan li dar dixin. Em berovajiyê pergala kapîtalîst, hevparbûn û parvekirinê hînî zarokan dikin.”   ZAROKAN BI TENÊ NEHIŞTINE    Goçmen, destnîşan kir ku herî zêde zarok ji pêvajoya vîrûsa koronayê bi bandor bûne û ev tişt anî ziman: “Gelek zarok mehkûmî tenebûnê hatin kirin. Lewre dayik û bavê wan neçar bûn ku biçin bixebitin. Ji bo ku em wan tenê nehêlin, di vê pêvajoyê de em çûn cem zarokan. Em bi zarokan re lîstik leyîstin. Li gorî mesafeya fîzîkî bi zarokan re hatin gel hev û hindek be jî kêfa wan anî. Ji bo ku zarok li malê aciz nebin me pênûs, pirtûken boyaxkirinê, pûzzle û pêlîstokan da wan. Dîsa me nameyek jî da wan û bi bîra wan xist ku ne bi tenê ne û girîng tên dîtin. Me bi pandemiyê jî careke dîn dît ku qadên zarokan çiqas bi sînor in. Divê polîtîkayên ku navenda wan zarok bin bên afirandin û ji bo zarokan qadên ku li wan bê jiyîn bên avakirin.”   MA / Omer Akin