Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe 2020-07-28 10:01:21 ENQERE – Pispora ragihandinê Tezcan Dûrna, saziyên çapemeniyê yên desthilata AKP’ê baweriya xwe winda kirine û ji ber vê yekê AKP ji şîrketên navneteweyî yên medya civakî daxwaza bîatê dike.    Pêşniyazqanûna “Gujhertina Qanûnê ya Derbarê Sererastkirina Weşanên li Ser Înternetê Tên Kirin û Têkoşîna li Dîjî Sûcên ku bi Rêya Van Weşanan Tên Kirin” ku ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat amadekirin, wê li Lîjneya Giştî ya Meclisê bê nirxandin. Bi pêşnîyazê wê medya civakî bê sînorkirin û paltformên ku di seriya milyonekî de kes dikevin wan dê li Tirkiyeyê nûnertî vebikin.    Heke berpirsyariya nûnertiyê neyê bi cih, di 5 astan de ceza tê plankirin. Heke kesekî bêyî ku biçe dadgehê bifikire ku mafê wî yên takekesî hatine binpêkirin, dikare serî li paltformê bide û tê xwestin ku paltform jî di 48 saetan de bersiv bide.    STRATEJIYA AKP’Ê YA ÇAPEMENIYÊ   Akademîsyena Aştiyê ya Zanîngeha Enqereyê ku hatiye îxrackirin Doç. Dr. Tezcan Dûrna, derbarê sererastkirina medya civakî de axivî û diyar kir ku bi derfetên platformên medya civakî herkes bi rengekî weşanê dike û desthilat dixwazê vê bi sînor bike û wiha got: “Ji roja ku AKP hatiye desthilatê ve weke stratejiyekê kontrolkirina saziyên çapameniyê daniye pêşiya xwe. Vê startejiyê gav bi gav kir meriyetê. Di vê pêvajoyê de saziyên dewletê jî ji xwe re kir amûr û bi kar anî.”   DI ŞERÊ MANÎPILASYONÊ DE TÊK ÇÛN    Dûrna, destnîşan kir ku AKP’ê ji bo parastina desthilata xwe, demek dirêj ji çapameniyê re razemenî kiriye û di vê derbarê de çapemenî karekî baş jî kiriye, lê ji ber ku bi fermanê dixebite êdî baweriya xwe winda kiriye û ev tişt got: “Ji bo her mijarî gazî heman kesan dikin. Dîsa li ser medya civakî trolan peyda kirin û xwestin pergala xwe bidine bicihkirin. Lê desthilat di vî şerê manîpulasyonê de têk çû. Di demên dawîn de mirov li ser medya civakî tevlî gelek nîqaşan dibûn û jê encam jî digirtin. Hêza medya civakî zêde dibe. Ev sererastkirin ji bo pêşîgirtina vê yekê ye.”   DESTHILAT BÎATÊ DIXWAZE   Derbarê ewlehiya hesabên medya civakî de jî Dûrna, got ku garantiya parastina agahiyên hesaban ne diyar e û ev tişt anî ziman: “Em nizanin ku desthilateke mîna desthilata Tirkiyeyê nûnertiya platformê bike bin kontrola xwe ya na. Berê ev tişt hatin kirin. Arşîvên takekesî û sazîtî yên rojnameyan hatin desteserkirin. Li aliyê din Tirkiye bazareke girîng e. Ne bawerim ev şîrket xwe zû bi zû ji vê bazarê vekişînin. Desthilat bîateke teqez dixwaze. Bîata ku li sersaziyên çapameniyê yê welat pêk anîye dixwaze li ser şîrketên medya civakî jî pêk bîne. Lê pir zehmet e ku vê pêk bîne.”   MA / Zemo Aggoz