Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike 2020-07-28 11:54:13 WAN - Di ser Geliyê Sefo re ku Helbestkar Ahmed Arîf li ser helbesta "Sî û Sê Gule" nivîsiye re 77 sal borîn. Lê hêj ne hestî hatin dîtin û ne jî destûr dide ku xizmên kuştiyan şînê bigirin. Xizmên kuştiyan ku destûr negirtin Bîrdariyê ava bikin gotin: "Ji wê rojê heta niha Kurd tên kuştin û hêj Çemê Sefo xwîn diherike."     Di 28’ê Tîrmeha 1943’an de li Geliyê Sefo yê li gundên Xerapsorik, Îngizamilan û Runexwar ên girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê bi hinceta “Sînor derbas kirin e” eskerên TSK'ê 33 gundî binçavkirin. Ji 33 welatiyan yek reviya. Bi fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali, destê 32 kesan li pişt wan girêdan û înfaz kirin. Heta niha li Tirkiyeyê gelek komkujî çêbûn. Yek ji van komkujiyan jî komkujiya Gelê Sefo ye. Eskeran bi hinceta welatiyan sînor derbas kirine înfaz kirin. Di wê serdemê de Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Mustafa Muglali bi boneya li dijî dagikirina rûs derkeve dişînin herêmê. Piştî vê bûyerê Helbestkarê Navdar Ahmet Arîf li ser wan helbesta Sî û Sê Gule nivîsî. Di ser komkujiyê re 77 sal borî. Lê heta niha ne hêj ne hestî hatiye dîtin û ne destûr dide ku malbat şînê dînin.    KESEK TENÊ XELAS BÛ    Mufetîşê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan bi girtiyan re hevdîtin dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê qeymeqam û serbaz bi derewa welatiyan bi “casûsiya ev kes diçin pozîsyona me ji rûsan re dibêjin” û li mufetîş guhdar nakin. Li ser fermana Muglali di 30’ê tîrmeha 1943’an de şev nîvê şevê esker wan ji girtîgehê derdixin û radestî fermandarê tabûra tixûm dikin. 32 welatî destê wan bi awayekî girêdayî leşker wan gulebaran dikin û qetil dikin.  Tenê kesek di bin cenazeyan de dimîne û bi awayek birîndar sax dimîne. Lê ew jî piştî demek kurt ku xwe li sînorê Îranê bicih dike jiyana xwe ji dest dide. Komkujî di rapora serokwezîriyê de cih digire. Esker jî li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Wê demê eskerekî têkildarî komkujiyê de gotibû: “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di axûrê de hatin hiştin. Qeyd û bend li devê wan xistin û nehiştin biaxivin. Esker li ser wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir wek robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek qalît û xwînmij dît. Min dît ku li eskeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.”      Eskerek ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolak jî der barê bûyerê de gotibû “Gundiyan li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êrîş’ bike me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas bûbûn jî lê ez hêj di pozîsyona êrîşê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj bûbûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Serayê.”    Piştî van îfadeyên leşkeran Muglali di 1949’an de derket pêşberî dadgehê lê dadger ew berdan. Her çiqas bi cezayê darvekirinê hat darizandin jî lê dîsa nehiştin ew leşkerî û dadgeha wê demê wî parast û ew tahliye kir. Muglali di 1’ê kanûna 1951’ê de mir.     NAVÊ MUGLALI LI QIŞLAYÊ KIRIN   Bêyî ku hesabê komkujiyê bê pirsîn piştî salên dirêj di 2004’an de navê Mustafa Muglali li qişleya Qelqeliyê kirin. Li ser nerazîbûna gel û giliyê sû cdi sala 2011’an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Li ser komkujiya Sefo helbest û pirtûk hatin nivîsandin. Hêj cenazeyê welatiyan li herêma qedexe ya leşkeriyê ye. Li gel hemû serlêdanên xizmên wan jî hestiyan nedan wan.   Şaredariya DBP’ê di 2010’an de li navenda navçeyê xwest Parka 33 Gule çêbike, lê Serokatiya Serfermandariya Giştî avakirina parkê asteng kir. Li ser vê yekê şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê ji bo bîranîna 32 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Pişt re qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand.    ‘HESTIYÊN MIRIYÊN ME GURAN XWAR’   Welatiyê Gundê Xirabsorê Cuzeyîr Ozkaplan, di komkujiyê de 2 jê apê wê bi giştî ji malbata 15 xizmên xwe winda kirin. Niha nikarin biçin Newala Sefo miriyên xwe jî bi bîr bînin. Ozkaplan destnîşan kir ku ne tenê li Geliyê Sefo, li Geliyê Zîlan û Dersimê Kurd hatin qetilkirin  û Sêx Seîd û hevalên xwe hatin kuştin û got: "Piştî Geliyê Zîlan  Kurd li Geliyê Sefo hatin qetilkirin. Tenê li gundê me 16 kes hatin qetilkirin. Tu gunehê mirovan tune bû. Fermandar Mustafa Muglali hemû mirov kom kirin û birin li Geliyê Sefo qetilkirin. 2 mamê min û pismamê min hatin kuştin. Malbatan nekarîbû cenaze bigirin. Bi salan destûr nedan ku mirov biçin Geliyê Sefo. Sewalan hestî û bedena mirovan xwarin.    Gelek xizmên wan mirovan bi salan bi heviya hestiyên wan bibînin jiyan. Lê bêyî hestiyên xizmên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2004'an de Navê Tabûrekê kirin Tabûra Mustafa Muglali. Me doz vekir û nav rakir. Me serî li DMME'ê da, lê bi hinceta dem boriye me encam negirt. Me malbatan xwest li qadê Bîrdariyeke ava bikin. Lê destûr nedan. Di nava kesên hatin qetilkirin mirovên 90 salî jî hebûn. Heta niha gelek komkujî çêbûn Komkujiya Zîlan, Roboskî, Enqere, Suruç û gelek komkujiyên din. Bi dehan komkujî çêbûn. Lê heta niha hesabê tu komkujiyan nehatiye pirsîn. Li şûna dewlet lêborînê bixwaze û komkujiyê ronî bike, destûr nadin ku em biçin li ser hestiyên xwe duayan jî bikin."    Gundiyê Êngiza Mila Mehmet Alî Ozay jî anî ziman ku li gel 3 mamê wî 7 xizmên wî di vê komkujiyê de hatin kuştin û got: “Eger sûcê van mirovan hebû çima dernexistin dadgehê. Kesên hatin kuştin hemû bê guhen bû. Sûcê tu kesî tune bû. Mamê min Îbrahim bi birîndarî xelas bû. Mamê mir neviya Îranê. Lê li Îranê jiyana xwe ji dest da. 32 kes birin Geliyê Sefo û li wir destê wan girêda û kuşt. Ji wê rojê heta niha Kurt tên kuştin.  Yên hatin kuştin tev porsiyên gund bûn. Em Kurd in û li pey doza xwe ne. Ji Şêx Saîd heta Seyit Riza bi dihan Kurd qetilkirin. Lê Kurdan tu carî gav paşve neavêtin."    DI RAPORA SEROKOMARIYÊ DE CIH GIRT   Di 21'ê Gulana 1951'an de di rapora Serokwezîriyê ya hêjmar 5/10-1912- 6/1637'an de cih dide rapora Tugayê. Di raporê de wiha tê gotin: “Di Tîrmeha sala 1943'an de Li navçeya Qelqeliyê  Mufetişê Artêşa Seyemîn Mustafa Muglali hat Navçeya Qelqeliyê. Di mahfela eskerî de Wahiyê Wanê Hamit Onat, Qeymeqamê Qelqeliyê Hîlmî Tuncel, Dadgerê Sulhê yê Qelqeliyê Baki Tekin, Fermandarê Tabûrê Tabur Şukru Tuter bi hevre bûn. 32 welatiyên sînor îhlal kirine, bi ermana Walî Hamit Onat ji aliyê Qeymeqamiya Qelqeliyê ve li gori Qanûna Xala 18'an a Selahiyeta Vazîfeya Polîsan hatin girtin û Teslîmî Fermandarê Tabûra Hidûd Şukru Tuter kirin. Piştre ev kes ji aliyê Subay  Nejdet Bilgez û Bilal Balî ve hatin dubeşkirin. Piştre li Geliyê Sefo piştî dest û milê wan girêdan bi guleyan kuştine."      Têkildarî Bûyerê Serbaz Tezer piştî 6 salan dibe şahidê bûyerê. Esker wiha got: “Piştî 33 kes hatin binçavkirin. Mehekê di gomê de hatin hiştin. Zincîr li piyê wan xistin."    Di sala 1949'an de Mustafa Muglali derxistin Dadgeha Eskerî. Di 23'ê Mijdara 1949'an de biryara "Bêerkbûnê" da. Piştî Dadgeha Bilind di sala 1950'an de ev biryar xera kir, Orgeneral Muglali di 2'ê Adara 1950'an de cezayê darvekirinê lê birîn. Lê cezayê îdamê ji ber temenê wî xera kirin û li şûna wê 20 sal cezayê Girtîgehê birîn. Piştre li Akademiya Tipê ya Eskerî ya Gulhane rapor stend û Muglali dîsa serbest berdan. Muglali piştre di 1'ê Kanûna 1951'an de mir.    Piştî bûyerê Helbestkar Ahmet Arîf li ser komkujiya Geliyê Sefo helbest nivîsand. Helwesta Ahmet Arîf wiha ye:     SÎ Û SÊ GÛLE   Ev çiya çiyayê mengeneyê Dema li wanê roj davê Ev çiya zarokê Nemrûde dema li hember nemrûd roj davê Aliyeki te berf digre, bergeha Qetqase aliyeki le siccade, milkê eceme Li seri gusiyên cemedê Li ser avan kevokên revok Keriyê xezalan. û refên kewên gozel… Mêrxasi nayê inkarkirin Di serê yeke-yek de ew qet ne Ketin binji hezar salan virve zilamên vê derê Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin Nerefê qulingane, ev Ne koma stêrane li ezman Dilê bi si û sê gule Si û sê kaniyên xwinê Na herike   Ji bin kas kivroskek rabû Pist belek Zik çil-sipi Belengaz, ducanî kivroskekeçiyê Dil di dev de wisa reben Meriv tîne tobê Tenha, tenha bûn dem Bê qisûr. berbangeke tazi bû Nihêri ji si û sisiyan yek Di zik de valahiya giran ya birçitiyê Por û rih bûne bostek Di pêsirê de sipih. Mil qeydkirî niheri bi milên qeydkri Mêrxaseki kezebpola. nihêrhî Carekê li kîvroska belengaz Carekê li pist xwe Filînta wî ya delal hate bira wi ku di bin balgiva wi de xeyidye, Hate bira wi, caniya kuji desta heranê anibû Enî bi moriyên sin û bes Sim sipi Beza, tolaz û reqsok, Mehina wi ye qemer û seklawi   Çawa firibun li ber xozatê Eger niha weha bê çare û girêdayi Weha li pist wi lûleke sarya hendefan Bêçare, Ew dê bihata kustin Ferman bêhêvi bu, ÃSdi bila çavên wi, marzerikên kor Dilê wi, teyrên berata bixwara     Ez hatima kustin Li gelîki xalî .yê çiyê di dema nimêja sibê de Radikevim Di nav xwinê de bi dirêjayî…   Ez hatime kustin Xewnen min ji sevan taritir Kes napirse rewsa min Canê min distînin , bê ecel Nikarim têxim tu pirtukan   Pasaki sifre daye Hatime kustin bê mahkeme. bê pirs   Kirivo, halê min eyni weha binîwise Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memikên guline Guleyen domdomê Di devê min de wesle wesle   Fermana kustinê bi cih anîn. Mije hêsin ya çiya Û bayê sibê ye hinik û sivik Pase li wê derê tifing daçikandin   Li pasilên me hûr nêrin nihêrtin Lê geriyan. Pista min ya sor. male kermensahê Tizbi û qotiya min birin û çûn Hemû ji diyari bûn ji ecemistanê Em kirivin merivên hevin û bi Xwin giridayê hevin Bi gund û zevhiyên hember ve Xinamiyê hevin, Ji sedsalan vir ve, Cîranê hevin mil bi mil ve Miriskên me tevi hev dibin Ne ji nezanîyê Lê ji xizanîyê Em ji pasportê dilsar bune Ewe curmê sebeba qatla me Asdi navê me dê derkeve bi kelesiyê, Isatvan Rêbir Xayiniyê   Kirivo halê min eyni weha binivise Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memikên guline Guleye domdomê Di devê min de wesle wesle   De lêhin lawo, Lêhin Ez bi hesani nayêm kustin Di kuçikê min de, hin agirê venemiri Ü çend gotinên min hene Ji keser, fama re Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê Û sê birayên xwe ji Sê darên spehî, Wek sê çiyayên i emrê xwe têrnebuyi Bûn Ji bircan. ji giran ji minaran Dema kiriv pismam kurên êsiran Li hember guleyên fransiz ser dikirin Xalê min ya biçûk, nezif Simbêlên wi nû derketibûn Delal Siwarekî bas Gotiye lêxin birano Roja namûsê ye Û hespa xwe rakiriye ser piyan   Kirivo halê min weha binivise Dibe ku we Sivikki riwayeti were fehm Em ne memikên guline Guleyê domdomê Di derê min de wesle wesle   MA / Dîndar Karataş