Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn 2020-07-28 11:57:48 MÎNBÎC – Tirkiye û komên xwe yên çekdar, bi topan êrîşî Mînbîcê kirin. Di êrîşê de zarok jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Tirkiye û komên xwe yên çekdar, li dijî gundên Mînbîcê êrîşa bi top pêk anîn. Di encama êrîşê de zarok jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn. Di êrîşê de welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û navê wan aşkera bûne wiha ne: Eliya Diyab (60), Fatîme Mexlûf (35), Faris Diyab (13), Xifran Diyab (7) û Cemîle Diyab (11). Hat hînbûn ku zarokê 7 salî Mehmûd Diyab û zarokê 12 salî Ehmed Diyab ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbûn jî emeliyatên wan hatine kirin û jiyana wan di xetereyê de ye.    Meclisa Leşkerî ya Mînbîcê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku Tirkiye û komên çekdar ên di bin kontrola wê de bi topan êrîşî gundên Şêx Nasir, Ewlaşlî, Qort Wêran û Wîlanlî yên di bin kontrola wan de kirine. Her wiha meclisê ragihand ku di êrîşê de zarok jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.