Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin 2020-07-28 13:06:19 RIHA  - 2’yemîn danişîna doza Dozgîn Temo ya ji Bakurê Sûriyeyê hat revandin û teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin, pêk hat. Şandeya dadgehê ji leşkeran girtekên binçavkirina Temo xwest.    Hêzên paramîlîter ên ji Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) pêk tên ku girêdayî Tirkiyê ne di êrişa li dijî gundê Mişrefa Eyn Îsa de Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) desteser û birîndar kiribûn û pişt re radestî Tirkiyê kiribûn. 2’yemîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Temo de hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Temo ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê anîn dadgehê. Parêzera Temo Hîdayet Enmek jî beşdarî danişînê bû.    Danişînê bi parastina Dozgîn Temo dest pê kir. Temo îfadeya xwe bi rêya wergervan bi kurdî da. Temo di parastina kir de, sûcdariyên li dijî xwe red kirin û wiha got: “Min di pevçûnek şer de cih negirtiye. Dema ez hatim binçavkirin, 2 gule li lingê min hatin xistin. Ez bi vî awayî birîndar bûm û hatim binçavkirin.”   DELÎL TUNEYE    Parêzera Temo Hidayet Enmek dûre parastin kir û wiha axivî: “Derbarê muwekîla min de di dosyayê de tu delîl tuneye. Dîsa muwekîla min ji aliyê kî ve hatiye binçavkirin û bi çi awayî hatiye binçavkirin ne diyare. Derbarê vê tu girtek tuneye. Dîsa  derbarê çawan  birîndar bûye de jî tu delîl tuneye. Di heman demê de delîlên muwekîla min li dijî Tirkiyeyê şer kiriye û beşdarî çalakiyê bûye de jî, tu delîl tuneye.”    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku agahî û girtekên di dema  binçavkirina Temo de hatine girtin,  ji dadgehê re bên şandin û dûre danişîn taloqî 22’yê Îlonê kir.