Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin 2020-07-28 13:34:31   AMED – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ji ber tundiya ku li hevjîna xwe kiriye 2 salan cezayê dûrxistinê dane Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik.    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li Amedê civîneke çapameniyê li dar xist û biryara ku Lîjneya Dîsîplîna Navendî ya Partiya wê derbarê Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik de ku tundî li hevjîna xwe kiribû daye, aşkera kir. Beştaş derbarê mijarê de ev tişt got: “Lîjneya dîsîplînê bi şertê ku gotinên jinê esas in lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de hem Mensûr Işik hem jî Ebrû Işik guhdar kir. Parastinên wan hatin girtin û angaşt hatin guhdarkirin. 2 sal cezayê dûrxistinê li Mensûr Işık hat birîn.”