100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike 2020-07-28 14:07:24     ENQERE - 100 parêzerên ku delegeyên TBB’ê ne, banga “Lijneya Giştî ya Awarte" kirin û xwest Serokê Yekîtiya Baroyan Metîn Feyzîoglu  baweriya xwe nû bike.    100 parêzerên ku delegeyên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ne, bi sernavê “Banga me ji bo Serokên Baroyan û delegeyên TBB'ê" danezanek belav kirin. Parêzeran anî ziman ku pêşeroja Baroyan dê bi hilbijartina di meha cotmehê de diyar bibe û gotin: “Zagona bi hesta tolhildanê hat guhertin, li sê bajarên mezin derbasî pergala Pir Buroyî bûn. Bi vê guhertinê ya herî xerab dê nûnertiya edaletê ji holê rabe."    100 parêzeran bang li 80 baroyen Tirkiyeyê û Serokên Baroyan kir û xwest Lijneya Giştî ya Awarte bê lidarxistin. Parêzeran xwest di hilbijartina awarte de rewşa pêşeroja baroyan diyar bikin. Parêzeran, anîn ziman ku li gel îtîraza Serokên 80 baroyan dîsa Serokê TBB'ê Metin Feyzîoglu piştgirî daye AKP'ê. Parêzeran xwest hilbijartin pêk bê û Feyzioglu baweriya xwe nû bike."