Kesê ku doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê 2020-07-28 15:35:46   WAN – Li Wanê Kenan Çalişkan ku bi angaşta “Emdamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê.    Li Wanê welatiyê bi navê Kenan Çalişkan ku bi angaşta “Emdamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatiye vekirin jî kirine endamê AKP’ê.    AKP, li Wan û Mêrdînê, di serî de welatiyên ku Pakêta Alîkariya Pandemiyê girtine bi hezaran kesî bêyî ku destûrê ji wan bigire kiriye endamê xwe. Piştî derketina holê ya gosermetiya ku mamosteyê hatibû îxrackirin û ketibû girtîgehê kiribû endamê xwe niha jî derket holê ku li Wanê jî welatiyê bi navê Kenan Çalişkan ku bi angaşta “Emdamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin kirine endamê AKP’ê.   JI BER CEZAYÊ XWE DERKET DERVEYÎ WELAT   Kenan Çalişkan ku ji ber cezayê lê hatiye birîn ji neçarî derket derveyî welat, bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku di sala 2011’an de bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ bi 1o hevalên xwe re hatiye binçavkirin û wiha got: “Piştî lêpirsînê hatim berdan. Piştî ku min zanîngeh qedand 2 salan mamoste kir. Piştre ji ber ku 6 sal û 3 meh cezayê ku li min hatibû birîn, di 2017’an de hat erêkirin, ji neçarî derketim derveyî welat. Lê derveyî welat jî derbarê min de bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ û heqareta li Seokkomar” kiriye doz hat vekirin. Beriya demeke kurt min dît ku li ser e-Dewletê bûme endamê AKP’ê.   ‘BÊEHLAQÎ’   Çalişkan, rewşê weke tiştekî derveyî mirovahî, wijdan û ehlaq dît û ev tişt got: “Min dikine ‘endamê rêxistinê’ û ceza didin û derbarê min de dozan vedikin, lê bêyî destûr min dikin endamê xwe. Ev bêehleqî ye. Divê gelê me li dijî vê rezîltiyê hişyar be.”