Jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-07-28 21:58:20   STENBOL - Hevserok û rêveberên ESP'ê û SKM'ê yên li Balikesîrê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş, endamên Desteya Rêveberiya Navenda(MYK) ESP'ê Çîçek Otlû, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgî Bahçecî. Tanya Kara, Ebrû Yîgît û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Edremîta Balikesîrê Sevgî Ozdem ku li Balikesîrê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê ew birin Edliya Balikesîrê.   Piştî îfadeyê dozger jinên binçavkirî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dadger jî bi şertê kontrola edlî jinan serbest berda.