ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-29 09:00:51   * Îqtîdara AKP'ê muzeya Ayasofya kir mizgeft û di 24'ê Tîrmehê de bi şûr nimêja înê kirin. Vê yekê dîsa niqaşên “xîlafetê” pêş xist. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek hevdîtin û analîzên xwe de diyar kir ku feraseta îqtîdara AKP'ê ya ol, feraseta olê bi maske ye. Di esasê xwe de îman tune ye.    * Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer ê ku mafê destnedayina wî hat rakirin, têkîldarî polîtîkayên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve dibe got: “Tişta ku niha Tirkiye li hemberî parlementerên kurd ên bakur dike, PDK jî li başur heman tiştî li hember parlementeran dike. Em ê li dijî van kirinan têbikoşin û paş de gav neavêjin.”    * Dayikên Aştiyê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li dijî Rêbeberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Adresa çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din Îmraliye. Tecrîd dibe sedama rondikên çavên dayikan.”   * Nûnerên rêxistinên civakî diyar kirin ku cenazeyên li Kîlyosê li peyarêyê hatine definkirin ji komkujiyên Dersim û Zîlanê necudatir e.    * Bangawazên di nava “101 Porspiyan” de cih digirin û banga tifaqa demokrasiyê li muxalefetê dikin gotin: “Tifaqa demorkasiyê ne tifaqa sindoqê ye. Pêwîste di çarçoveya hiqûq û demokrasiye de hevkarî pêk were.”    * Dayika Umît Temûr ê li dijî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê de ye Melîha Temûr vê hişyariyê kir: “Jiyana zarokên me di talûkeyê de ye.”    * Welatiyên ku Cejna Qûrbanê di nava krîza aborî de pêşwazî dikin diyar kirin ku ew hatine asta ku nikarin ji zarokên xwe re cilên cejnê bikirin û esnaf jî nikarin kirêyên xwe bidin.    * Xwediyên qurbanan diyar kirin ku ji ber lêçûyînan ew gelek zehmetiyan dikişînin û keda wan tê xwarin.    * Yannîs Vasîlîs Yaylali yê di salên 1990’î de li bajarên herêmê leşkeriyê kir û dest ji leşkeriyê berda diyar kir ku dewlet ango leşkerên dewletê jinên kurd ji xwe re wek gef dibîne û li dijî wan êrişên zayendî pêk tînin.     * Derbarê nivîskar-weşanger Azad Zal ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hat girtin û berdan dozname hat amadekirin û jê re heta 15 sal cezayê hepsê tê xwestin û ew bi danîna şîna xwîşka xwe tê sûcdarkirin.    * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkidlarî geşedan û daneyên dawî yên vîrûsa koronayê li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)