Li Licê bi qasî 600 hektar qad şewitî 2020-07-29 11:50:14 AMED - Li 5 gundên Licê şewata derketibû hat kontroklirin. Hat gotin ku bi qasî 600 hektar qad şewitî ye. Duh serê sibê li gundên Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê li qada daristanê şewat derketibû. Bi bayê re şewat li qadek berfireh belav bû. Sedemê derketina şewatê hêj nayê zanîn. Her çiqas welatiyan agahî da komên agirkujiyê jî lê agirkuj bi hêceta li qada çiyayî ye nikarin mudaxile bikin. Lê piştî nîvro ku şewat her berbelav bû du maşîneyên agirkujiyê sewqî cihê şewatê hatin kirin. Lê ev agirkuj tenê li nêzî gundan sekinîne.    Hat zanîn ku komên agirkujiyê ji ber tesîra bayê mudaxile şewatê nekirine û welatiyan bi kêmderfetiyên xwe şewatê vemirandine.    QADA 600 HEKTAR ŞEWITΠ   Li van 5 gundan bi qasî qadek 600 hektar şewitî. Gundiyan ragihand ku wan bi hewldanên xwe şewatê kontrol kirin e. Li herêmê hêj li hin cihan dûman bilind dibe.