Baroya Edeneyê: Daxwaza Medya Civakî li diji demokrasiyê ye 2020-07-29 13:02:31   EDENE - Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, diyar kir ku guhertina Medya Civakî ku bi daxwaza AKP'ê pêk hat û li meclîsê hat erêkirin, li dijî demokrasiyê ye û li dijî vîna azad dibe astengî.    Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê, daxwaza Medya Civakî ku AKP’ê amade kiribû û ji 9 xalan pêk dihat li meclîsê qebûl kir. "Daxwaza zagona der barê têkoşîna bi sûcên li ser înternetê hatine kirin û guheritna weşanên li ser înternetê" li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, têkildarî guhertina Medya Civakî ku li ser daxwaza AKP’ê di meclîsê re derbas bû bertekên xwe anîn ziman. Kuçuk, anî ziman ku bi vê guhertinê pênaseya "Amûra Tora Civakî" lê bar kirin."    Kuçuk, da zanîn ku bi vê guhertina qanûnê kesên li ser înternetê agahiyan parve dikin dê bên şopandin û ger ku şaşiyên li ser vê torê bên tespîtkirin, dê ew kes bên şopandin û polîs têkevin şopa wan. Kuçuk, bibîr xist ku dê bixwazin hin nivîs, dîmen û wêne bêne jêbirin û ger ku bikarîner parvekirinên xwe betal neke, dê cezayê pere lê bibire.    Kuçuk, anî ziman ku tenê bi hinceta îhlala torê dê mafê wî neyê binpêkirin û wiha got: "Dê sansur zêde bibe. Dê hemû agahiyên berê jê bibin. Dê bi vê guhertinê zagonê jî îhal bikin. Dixwazin agahiyên berê jî sansur bikin."