Li Îmraliyê qedexeyên ragihandinê: AYM red kir parêzeran jî bir DMME’yê 2020-07-29 14:45:26   STENBOL – Parêzerên Ocalan û girtiyên li cem wî li dijî qedexeyên ragihandinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Dadehê serlêdan red kir. Parêzeran qedexeya ragihandinê veguhezt DMME’yê.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo qedexeya ragihandinê were rakirin serî li Dadeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Serlêdan bi encam bû. AYM’ê serlêdana di 19’ê hezîranê de hatibû kirin bi hêceta “jiyana wan kesên serlêdan kirine ne di nava talûkeyek cidî de ye” red kir. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Asrinê biryara redkirina serlêdanê veguhezt Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û xwest li ser serlêdana were sekinandin.    Buroyê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da. Daxuyaniya Buroyê wiha ye:    “Têkildarî miwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Yildirim, birêz Konar û birêz Aktaş biryarên dij hiqûqî û bi hêcetan qedexeya ragihandinê danîne ser wan. Ev qedexe bi Covid-19 re bêtir giran bûne. Rewşek xeternak bi xwe re tîne. Di vê mijarê de ji bo tevdîrên tenduristiyê yên pêwîst werin girtin û bi rêbazên guncav ragihandin were dabînkirin, me di çarçoveya hiqûqa navxweyî de serlêdan kiribû. Me vê serlêdana xwe di 19’ê hezîranê de bi raya giştî re parve kiribû.    SERLÊDAN HAT REDKIRIN    Dadgeha Destûra Bingehîn di 22’ê tîrmehê de ji me re ragihand ku bi hêceta ‘jiyana wan kesên ji bo wan serlêdan hatiye kirine ne di nava talûkeyek cidî de ye” red kir. Serlêdana me di warê esasî de hêj derbasdariya xwe diparêz e. Divê AYM’ê di warê esasî de biryara binpêkirinê bida. Lê belê AYM’ê serlêdana me red kir. Bi daxwaza tevdîrên me hevdîtin li serê were kirin me serlêdana xwe pêşkêşî DMME’yê kir.   PÊVAJOYA PANDEMIYÊ    21 sal in Pergala Tecrîda Îmraliyê di asta êşkenceyê de ye. Li gel vê yekê hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin û sepana Tecrîda Girankirî tîne. Di pandemiya Covîd-19’ê de her tim bi awayek bênavber di şexsê miwekîlê me de tecrîd hatiye zêdekirin. Her wiha şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ne li gorî şertên jiyana miwekîlê me ye. Her tim pirsgirêkên wî yên nexweşînên kronîk heye. Di vê pêvajoya pandemiyê de hin bêtir pêdivî ragihandinê çê bûye.    BIRYAR KÊFÎ NE    Tecrîda Îmraliyê bi hêcetên kêfî her ku diçe kûrtir dibe û di du salên dawî de jî bi periyodên diyar ku otomotîk nûjen dibe cezayên dîsîplînê tên danîn. Ev cezayên dîsîplînê bi awayek kêfî tên dayîn. Di hiqûqê de cihê wê nîne.    OCALAN BAL KIŞANDIBÛ SER XETEREYAN    Birêz Ocalan di 27’ê Nîsanê de ji ber pêvajoya pandemînê 20 deqîqe bi rêya telefonê cara yekem bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû û îşaretî rîskên dê rewşa wan çawa bibe kiribû. Mixabin ji wê rojê şûn ve tu agahî ji miwekîlê me nehatiye girtin û destûra ragihandinê nedane.    PARÊZER NIKARIN HEVDÎTINÊ BIKIN    Pergala Tecrîda Îmraliyê di warê hiqûq û siyaseta Tirkiyê de prototîek ku her roj xwe zelal dide nîşandanê ye. Tirkiye di gelek qadan de di warê bêhiqûqî û kêfiyetê de dişibe Îmraliyê. Sala par Wezareta Dadê gotibû li Îmraliyê astengiyek li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran nîne. Em niha dibînin ku çiqas ew gotina wan hatiye sepandin. Raya giştî vê yekê dibîne. Piştî hevdîtina 7’ê tebaxa 2019’an heta niha tu hevdîtinek parêzeran çênebûye. Her wiha 5 sal in parêzerên miwekîlên me din jî hevdîtin nekirine. Di vê mijarê de tenê ne li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyê mafê mirovan, hiqûqa demokratîk û siyaseta demokratîk mijara têkoşînê ye. Heke li Îmraliyê astengiyên bêhiqûqî û kêfî neyên kirin dê astengî li cihên jî dernekevin.    BIRYARA DI CIH DE BIDE    Em li bendê ne ku DMME wê tenê ji bo Îmraliyê ji bo pêşîlêgirtina bêhiqûqiyê û kêfiyetê û ji bo ev yek belav nebe biryarên di cih de bide.    DIVÊ BIRYARA TEVDÎRÊ WERE DAYÎN    Daxwaza me ew e ku DMME li gorî peymanên sazkirina xwe derbarê qedexeyên ragihandina di vê pêvjoya pandemiyê de giran bûye û ku ev qedexe her tim pêk tê di çarçoveya muameleyên dij mirovî de bigire dest û biryara tevdîrê bide. Em vê serldana xwe pêşkêşî raya giştî hemû û hestiyariyê dikin.”