ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-30 09:00:34   * Îdîameya ji 668 rûpelan pêk tê ya darbarê 35 girtî 61 siyasetmedarên kurd û endamên komleyê de li Dîlokê hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdîanameyê de, dozger xwe ne girt û ji HDP’ê re got “Qajo partî” û xebatên wê sûc dîtin.    * Krîza aborî ya her roj kûrtir dibe, herî zêde li Stenbolê tê hîskirin. Welatiyên ji bihabûna zêde bi gazincin, diyar kir ku ger desthilatdariya AKP’ê bi dawî bibe jî, rewşa heyî zû biz û derbas nabe û gotin: “Krîza heyî wê dewam bike.”    * Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm bi boneya 6’mîn salvegera fermana 73’an a li ser civaka Êzidî pêk hat, bal kişand ser helwesta pêşmergeyên PDK'ê û got: "Ewil xwe wekî xwediyê vir didîtin. Dema DAIŞ hatin li pişt xwe nenerîn û çûn. Li pêş çavê hemû cîhanê kerasetek mezin anîn serê me."    *  Meclîsa Ciwanan a HDP’a Wanê ji bo zarokên li gundên Elbakê bûne mexdûrên erdhejê kampanyaya pêlîstok, pirtûk û lixwekirinê da destpêkirin.    * Li bazara Wanê, li gel erefeya Cejna Qurbanê jî liv û tevgereke ber bi çav tuneye. Esanafên bazarê ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in.    * Aktîvîsta TJA'yê Aynûr Sarica diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo parastina mafên jinan e û ew ê xwedî li wî mafê xwe ango xwedî li Peymanê derkevin.    * Helwesta kesên di holikên Avzêmên Mûnzûrê de firoşkariya seyyar dikin, ên li dijî xwezayê û mirovan rastî bertekan tên. Pîr Ahmet Şanli, diyar kir ku ev rewş bingeha xwe ji nêzîkatiyên ji nû de avakirina herêmê digire.   * Dayika Buşra Yabaşkûl ku beriya demekê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin Zûhal Înce, derbarê Peymana Stenbolê de ev tişt got: “Di demeke ku em li benda edaletê ne ew dixwazin peymanê rakin. Tê xwestin ku jin bê parastin bimînin.”   * Dikandar û firoşkarên seyyar ên Amedê, diyar kirin ku li gorî salên derbas bûyî, kirîn û firotinên cejnê pir kêm bûne û dan zanîn ku ew ji bilî nanûzikê xwe, tu tiştekê din nafkirin.   * Nûnerên rêxistinên demokratîk ên Amedê dê bi minasebeta cejnê gor û goristanan ziyaret bikin. (12.00-19.00)   * Li gelek bajarên herêmê dê beriya Cejnê gorên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin. (18.00)