Strana ‘Xwe Nekuje’ banga yekrêziyê dike 2020-07-30 09:25:55 NAVENDA NÛÇEYAN – Komek hunermendên Kurd ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were klîba strana “Xwe Nekuje” çêkirin û balê dikişînin pêkhatina yekrêziya kurdî.    Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn, Peywan Arjîn, Bengî Agirî û Jiyan Osman ên ji Rojavayê Kurdistanê stranek nû bi navê “Xwe Nekuje” û klîba wê çêkirin û balê dikişînin ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd. Gotin û muzîk Hekîm Sefkan çêkiriye û muzîkjen Memo Yapiştiran jî aranjeya klîbê kiriye.   Dîmenên şervanên Kurd ên çar aliyên Kurdistanê di klîbê de hatine bikaranîn û hunermend stranê li hev dubare dikin. Destpêka klîbê hunermend Hekîm Sefkan helbestek kurt dixwîne û pişt re stran dest pê dike.   Di dîmenên klîbê de jî diyar dibe ku di navbera şervanan de yekrêziya kurdî pêk hatiye û şervenên Kurd ên li çeperan li dijî êrişan li ber xwe didin derdikevin pêş.    Gotinên strana “Xwe Nekuje” wiha ye:    Ne mirina min dibe jiyana te Ne tunebûna min dibe hebûna te Ne jî wendabûna min welatê me azad dike Berê tifinga xwe ji sînga min biguhere Fîşekên xwe bo parastina welatê me bihêle Dijminê me xedar e, keko Bila zarokên te nebêjin; bavê me apê me kuşt Wê kuştina min te jî bikuje Xwe nekuje!   Çiya û rê pir giriyane Hêsirên çavan qediyane Ezmanê me sahî nebû Ev goristan westiyane Xwe nekuje! Ezmanê me şahî nebû Ev goristan westiyane Min nekuje!   Ma ne ez birayê te me Parçekî ji canê te me Va ye ez li bextê te me Xwe nekuje! Ma ne ez birayê te me Parçekî ji canê te me Va ye ez li bextê te me Min nekuje!   Fêda kuştina min nîne Dilê dê û bavan diêşîne Dîsa hêvî zuha dibin Kêfa neyarên me tîne Xwe nekuje! Dîsa hêvî zuha dibin Kêfa neyarên me tîne Min nekuje!   Ma ne ez birayê te me Parçekî ji canê te me Va ye ez li bextê te me Xwe nekuje! Ma ne ez birayê te me Parçekî ji canê te me Va ye ez li bextê te me Min nekuje!   Em şervanên yek warî ne Li bin zora yek darî ne Kurdistan li benda me ye Em hilgirên yek barî ne Xwe Nekuje! Kurdistan li benda me ye Em hilgirên yek barî ne Min Nekuje!   Ma ne ez birayê te me Parçekî ji canê te me Va ye ez li bextê te me Xwe nekuje! Ma ne ez birayê te me Parçekî ji canê te me Va ye ez li bextê te me Min nekuje!   Lînka klîbê wiha ye