Uca: Bila 3'ê tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinê îlan bikin 2020-07-30 11:00:15 AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êzidî Feleknas Uca, bi minasebeta salvegera 3'ê Tebaxê Roja Komkujiya Şengalê xwest 3'ê Tebaxê wekî "Roja Têkoşîna Li Dijî Qirkirina Jinê" bê îlankirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êzidî ya Êlihê Feleknas Uca, bi minasebeta 3'ê Tebaxa 2014'an ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û li dijî civaka Êzidî komkujî kirin nirxandin kir. Uca, têkildarî 73’emîn fermana Êzidiyan diyar kir ku di encama êrîşa DAİŞ'ê de nêzî 5 - 7 hezar jinên êzîdî û zarok dîl hatin girtin û wiha got: "Bi hezaran jin û zarokên Êzidî di gorên komî de hatin definkirin. Nêzî 450 hezar êzîdî koç kirin. Jin li bazarên koleyan hatin firotin. Komkujiya li dijî civaka êzîdî li pêş çavê hemû cîhanê pek hat û hemû cîhanê ev yek temaşe kir. Hêj di destê çeteyên DAIŞ'ê de zedeyî 3 hezar Êzidî hene.    'TIRKIYE KOMKUJIYÊ NAS NAKE'   Uca, anî ziman ku gelek welatên ewropa û cîhanê êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî civaka Êzidî wekî komkujî pênase kir û qebûl kir û wiha  lê zêde kir: "Komîsyona Lêkolînên Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî xwest êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Êzidiyan wekî komkujî bê qebûlkirin. Di raporên navneteweyî de wekî "Sûcê li dijî mirovahiye" hat pênasekirin. Lê her çend 6 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn jî hêj Tirkiye ev komkujî qebûl nekiriye. Hêj Tirkiye wekî komkujiyê pênase nake. Me gelek caran pêşniyar û daxwazname da Meclîsê ku vê komkujiya li dijî civaka êzidî qebûl bikin. Parlamentoya Ewropa (PE) ev komkujî qebûl kir. Lê Tirkiye li dijî vê komkujiyê ker kor û lal e. Li şûna ku komkujiyê qebûl bike, hêj birînên wê ne kewiya ne, dîsa Gundên Şengalê bombe kirin. Di dagirkeriya Efrinê de dîsa Tirkiyeyê gundên me û îbatedxaneyên me talankir kirin û bombe kirin. Bi hazaran êzidî ji axa xwe hatin koçkirin. Demografiya Efrînê guhertin."    Uca, anî ziman ku tu kes hurmetê nîşanî mirî îbadetxane û nirxên pîroz ên Êzidîyan nadin û wiha bi dawî kir: "Me têkildarî mijarê pirsname da meclîsê. Lê pirsnameyên me bê bersîv man. Hikûmet li dijî van êrîşên faşîst bêdeng dimîne. Ji ber hikûmet bêdeng e êrîşkar hêzê ji vê yekê digirin. Li Wêranşar, Midyad û Bişêriyê civaka êzîdî axa wan tê xezpkirin. Axa gundiyên Kelhokê dagir dikin. Li gel ku civaka êzîdî doz qezenç kirin jî dîsa axa wan xezp kirine.    'BILA ROJA TÊKOŞÎNA JINAN ÎLAN BIKIN'    Uca, herî dawî xwest 3'ê Tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinê îlan bikin û wiha bi dawî kir: "Gelê Şengalê birînên xwe derman dikin û ji nûve Şengalê ava dikin. Gelê Şengalê Meclîsên Jinan û Meclîsên Ciwanan ava dikin. Ji bo dîsa neyên qirkirin û bi komî neyên kuştin hêzên parastina xwe ava dikin. Divê hemû cîhan piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Şengalê. Ji ber jinên Êzidî di 3'ê Tebaxê de di qirkirinê re derbas bûn divê ev roj wekî "Roja Qirkirina Êzidî bê naskirin.  3'ê Tebaxê Roja Komkujiya Şengalê xwest 3'ê Tebaxê wekî "Roja Têkoşîna Li Dijî Qirkirina Jinê" bê îlankirin. "