Malbatan ji bo hevdîtin û telefonê serlêdan kirin 2020-07-30 11:22:00 STENBOL -  Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtina cejnê û hevdîtina telefonê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û ji malbatên girtiyên din birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn, bi rêya parêzerên xwe bi boneya hevdîtina Cejna Qurbanê û hevdîtina telefonê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Serlêdan ji bo rojekê quncaw a di navbera 31'ê Tîrmehê û 3'yê Tebaxê de, hat kirin.