HDP'ê gor ziyaret kirin 2020-07-30 18:14:38     WAN/MÊRDÎN - Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Wanê, bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên HPG'yiyan kirin.    Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Wanê, bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên HPG'yiyên jiyana xwe ji dest dane kirin. Rêvberên Partiya Herêmên Demokratîk (HPG), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên MEBYA-DER'ê û TÛYA-DER'ê jî tevli serdanê bûn.    Heyetê serdana goristanên Karşiyaka, Selîmbey û Hacibekîr ên navçeya Rêya Armûşê kirin. Heyetê li ser goran dua kir û rêz girt. Her wiha du heyetên cuda jî serdana goristanên li navçeya Artemêtan û Tûşbayê kirin.    LI MÊRDÎNÊ JÎ SERDANA GORAN   Bi boneya Cejna Qurbanê goristana Komarê ya girêdahî navçeya Artuklûyê hat ziyaret kirin. Bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, rêxistina HDP'ê ya navçeyan kesên di oxira azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat ziyaret kirin.