Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin 2020-07-30 18:40:39   AMED – Li navçeya Liceyê Amedê piştî agir bi daristanê ket, ji ber mudaxile nayê kirin bi rojan e daristan dişewite. Derket holê ku di şewata daristanê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin.    3 roj berê li gundên Derxust, Sisê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên Navçeya Liceyê ya Amedê agir bi daristanê ket. Şewata daristanê ji ber rayedaran mudaxile nekir û destûr nedan welatî midaxiye hêj dişewite. Piştî welatiyan bi derfetên xwe hinek mudaxale kirin parek şewatê xistin kontrolê û destûr nedan ku agir bigêje gundan. Derket holê ku di şewatê de bi sedan dolim daristan şewitî. Dîsa ji ber şewata daristanê bi hezaran sewal şewitîn û mirin. Bi hezaran dar û berê herêmê tev bûn xwelî û li pey qada kesk, qadek şer û arî ma. Gelek sewal jî herêm terk kirin. Dîsa sewalên hêk kiribûn û kurk ketibûn tenê hêkê wan ên birajtî li pey wan man.