ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-31 09:00:03     * Girtiyê berê Mahmût Karabûlût, rewşagirtîgehên tîpa T ku tim û tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, nirxand û got: “Girtîgehên tîpa F ji bo radestkirina vînê çêkirin, lê piştî dîtin ev girtîgeh bêerk man, vê carê jî girtîgehên tîpa T xistin dewrê. Sibê wê girtîgehên tîpa T jî bêerk bibin.”    * Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku di şert û mercên şewba Covîd-19'ê de vekirina dibistanan ne rast e û got: "Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi şewbê bikeve."    * Li texma Midûriyeta Herêmê ya 9'an a Rêbejahiyê, hin darên temenê wan sedsal in jî di nav de wê 3 hezar û 500 dar bên birîn. Dar, wê ji ber avahiyên ku dê nû bên çêkirin, bên birîn. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê qadê got, zengilorka bajêr e û ji bo vê bang her kesî kir ku pêşî li ber vê pêkanînê bê girtin.    * Jinan anî ziman ku feraseta erkî hebûna jinan wekî tehdîtekê dibîne û gotin, devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî dereçaxî ye.   * Komek karsazên konyayî bi boneya Cejna Qurbanê wê li Êlihê goşt li 800 malbatî belav bikin.    * Belkîze Yildirim ku piştî du salan hestiyên kurê xwe ji Goristana Kilyosê girt got: "Dikarim her tiştî efû bikim, lê kesên bêriziyê li tiştên min î pîroz û cenazeyên min bikin, efû nakim."    * Endam, rêveber û parlementerên HDP'ê jî di navde nûnerên rexistinên civakî Gora Serokê HEP'ê Vedat Aydin ê di sala 1991'an de li Amedê hat qetilkirin ziyaret kirin (07.30)