'Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi vîrûsê bikeve' 2020-07-31 09:02:36     WAN - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku di şert û mercên şewba Covîd-19'ê de vekirina dibistanan ne rast e û got: "Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi şewbê bikeve."    Ji ber şewba vîrûsa Covîd-19'ê ji 16'ê Adarê ve dibistan girtîne û Wezareta Perwerdehiyê daxuyand ku wê dibistan di 31'ê Tebaxê de cardin bên vekirin. Ji ber vê fikarên perwerdekaran û malbatan zêde bûne. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku heger di van şert û mercan de dibistan bên vekirin wê xwendekar bi xetereyeke mezin re rû bi rû bimînin.   Atabay, daxuyaniya der barê vekirina dibistanan de nirxand û got: "Di daxuyaniya ku bi rêya Wezareta Tenduristiyê ve hat aşkerekirin de, wê pol bi awayekî k serê 4 metrekareyê xwendekarek bikeve bên dîzaynkirin û gava xwendekar bên dibistanê wê li ber derî sincirandina laşê wan bê kontrolkirin û wê perwerdehî jî perwerdehiyeke dorveger be. Werê dibêjin, lê nabêjin wê bingeha vê yekê çawa be. Li Wanê hin pol hene, 60 xwendekarên wê hene. Em bibêjin 30 xwendekar in, naxwe di poleke 40 metrekareyî de divê ji 10 xwendekaran zêde xwendekar nekevin polê. Heger wisa be îjar wê rewşa 20 xwendekarên din çawa be?"    Ataybay, anî ziman ku di daxuyaniyê de behsa tenefusa dorveger hatiye kirin, lê belê wê li dibistanên ku hejmara xwendekarên wan hezar û 200-300 xwendekarên ev pîvan çawa pêk bê û got: "A rast em jî nizanin wê çawa bikin. Her wiha wê rewşa mamsoteyan awa be? Wê 70-80 mamoste li heman qadê bi hev re bimînin. Heger kesek bi şewbê bikeve wê çawa tevdîran bigirin? Heya niha der barê vê yekê de tu tişt nehatiye parvekirin."    PÊŞNIYARÊN EGÎTÎM SEN'Ê   Atabay, got: "Li Wanê bi dehan Dibistanên Îmam Xetîbê vala ne. Hema bibêje xwendekarên wan tunene. Lê hin dibistan jî hene hezar û 200 xwendekarên wê hene. Li vir tişta divê bê kirin, heger dilê wan û tevdîrgirtinê hebe, naxwe pêşî divê îmam xetîban li cihekî bînin cem hev. Çimkî li van dibistana 15-20 xwendekar hene. Dikarin vana li hin dibistanan bînin ba hev. Û dibistnanên vala bibin jî ji bo xwendekaran bi kar bînin. Ji bo vê jî dikarin mamosteyên nû tayin bikin. Ev jî têr nake. Gava em rewşa giştî ya Tirkiyeyê dinirxînin, ne hejmara cihê dersan ne jî hejmara mamosteyên heyî têra perwerdehiya dema pandemiyê dike. Madem wê bikin, naxwe divê tevdîrên wan baş bin. Ji van tevdîran a herî girîng hejmara cihê dersan û mamsoteyan e. Dibistan ji 16'ê Adarê ve girtîne. Dikaribûn ji wê çaxê ve dest bi tevdîrên bi vî rengî bikin. Mixabin me der barê vê de tu xebat nedîtin."    Atabay, destnîşan kir ku hîn jî şewba Covîd-19'ê neqediyaye û got, dibe ku pêla dudoyan dest pê bike. Atabay, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de parastina tenduristiya xwendekaran wê zehmet be û got, wê xwendekar bi xetereyên pir cidî re rû bi rû bimînin.    NE RAST E    Atabay, destnîşan kir ku a baş mirov li benda pêla duyemîn be û got, ji bo xwendekaran jî û perwerdehiya ji dûr ve jî divê derfetine baş bên peydakirin. Atabay, got: "Di vê pêvajoyê de gere derfetên perwerdehiya ji dûr ve bi awayekî herî baş bê amadekirin. Ji bo naveroka wê jî pêdivî bi sererastkirine baş heye."    Herî dawî Atabay, anî ziman ku ne rast e ku di 31'ê Adarê de dibistan bên vekirin û got, wê ev yek ji bo dibistana bibe cihê xetereyên mezin.