Ji Kobanê ber bi Kîlyosê, ji êşê ber bi hêrsê 2020-07-31 09:03:06     STENBOL - Belkîze Yildirim ku piştî du salan hestiyên kurê xwe ji Goristana Kilyosê girt got: "Dikarim her tiştî efû bikim, lê kesên bêriziyê li tiştên min î pîroz û cenazeyên min bikin, efû nakim."    Yek ji dayikên ku hestiyên kurê wê jî li bin peyarêyê hatibûn veşartin jî Belkîze Yildirim e. Yildirim gava bi vê yekê dibihîse êşa wê vediguhere hêrsê. Yildirim ku ji bo dîmena li Kîlyosê dibêje "wehşet e", gava hestiyên kurê xwe yên di nava qabeke plastîk de dibîne bêyî ku tiştekî bibêjê tenê nîşaneya serketinê dike û radihêje hestitên kurê xwe.    MIN TU CARÎ NEGOT 'BEHZAT'    Belkîze Yildirim, ji Xîzana Bedlîsê ye. Di sala 1994'an de kurek wê tê dinê. Navê Berzan lê dike. Lê belê ji ber ku midûrê nifûsê dibêje navê Berzan bi kurdî ye qebûl nake. Yildirim jî çendî îtiraz bike jî daxwza wê nayê qebûlkirin û di nasnameyê de navê Behzat li kurê xwe dike. Dayik Yildirim ji b vê dibêje: "Lê min tu carî ji kurê xwe re negot Behzat."    Wexta kurê wê Berzan 6 mehî bûye, esker gundê wan dişewitînin. Gund ê valakirin û malbata Yildirimê jî bi qasî salekê li bedlîsê dimîne. Dû re malbat di sala 1995'an de die Stenbolê. Zarokên Yildirim jî ji bo debara xwe lia tolyeyên tekstîlê dets bi kar dikin. Berzan jî dixwîne, lê piştî çend salên ewil ên lîseyê dev ji dibistanê berdide. Di sala 2010'an de, yanî di 16 saliya xwe de tevli nava xebatên ciwanan ê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) dibe. Berzan, ji ber xebatên xwe yên polîtîk tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne û gelek caran tê binçavkirin. Di sala 2013'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin. Piştî salekê tê berdan û gava tê berdan xebatên xwe yê ciwanan cardin didomîne.    ‘EM LI SER AXA XWE BIJÎN'    Belkîze Yildirim, anî ziman ku kurê wê li Stenbolê mezin bûye lê belê tu carî hez ji Stenbolê nekiriye û tim û tim hêleke wî li welêt bûye. Yildirimê, diyar kir ku wexta carinan wê û kurê xwe sohbet dikir tim jêr e gotiye: "Em ji van deran biçin. Em birçî bin jî, bila em li ser axa xwe birçî bin." Yildirim, anî ziman ku kurê wê her cara ku keys didît diçû Bedlîsê.    Berzan gava dibe 20 salî êdî nasekine û di sala 2014'an de, di Cejna Qurbanê de berê xwe dide çiyê. Dayik Yildirim, anî ziman ku berî ku kurê wê biçe bi hev re çûne Amedê û got, li wir tim û tim wêne girtine û cara ewil bû ku wê û kurê xwe werê xweş geriyane û dem derbas kirine.   Yildirim, anî ziman ku wexta amadekariyê xwe kirine ku vegerin, kurê wê jê re gotiye "Dayê, tu biçe ez ê hefteyek dinê werim" û got: "Ez vegeriyam hatim Stenbolê. Hefteyek derbas bû kurê min nehat. Telefona wî girtîbû. Bû d hefte, bû mehek... Weku dinya li ser serê min xwar. Ji be rku min ji zûvde xeber jê negirtibû jiyan rawestiyabû. Piştî salekê pê hesiyam ku kurê min ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bike çûye Kobaniyê. Ji ber ku min zûde xeber ji kurê xwe negirtibû, bi vê xeberê kêfxweş bûm. Tim bihêviya ku ez ê wî bibînim jiyam. Niha tenê îşligek wî yê spî û bêhna wî ya li ser wî îşligî ji min re maye."    DI CEJNÊ DE XEBERA MIRINÊ    Berzan, piştî ku diçe Kobaniyê salek şûnde, di Cejna Qurbana 2015'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Dayik Yildirim ku piştî demekê xebera mirina kurê xwe dibihîse got: "Kurê min roja cejnê çûbû. roja cejnê jî xebera mirina wî hat. Wexta pê hesiyam wekî dinya bi ser serê min de bê xwar. Min digot ez ê careke din bi xwe ve neyêm, lê belê xwedîderketina li bîranîna wî ji bo min peywirek bû. Loma min êşa wî û bîranîna wî li nava dilê xwe veşart û min xwe li jiyanê girt."    GORISTAN Û PEYARÊ    Dayik Yildirim, piştî xebera mirina kurê xwe dibihîse rast berê xwe dide navçeya Pirsûs a Rihayê. Yildirim, li vira cenazeyê kurê xwe werdiigire û dibe wî li Goristana Xerzanê ya Bedlîsê defin dike. Lê belê 2 sal şûnde esker goristanê xera dikin û cenazeyên li goristanê hemûyan dibin Saziya Tiba edlî ya Stenbolê û ji wir jî dibin li Goristana Kîlyosê li bin peyarêyekê vedişêrin.    CARDIN CENAZEYÊ KURÊ XWE WERDIGIRE    Dayik Belkîze Yildirim, vê carê jî pê dihese ku Goristana Xerzanê hatiye rûxandin. Piştî pê dihese cenaze li Stenbolê ne, ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe diçe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dide û dû re ji bo DNA'yê xwîn dide Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û li bendê cenaze disekine. Yildirim ku tam du salan ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe têdikoşe û axirê piştî du salan encam DNA'yê kifş dibe û cenazeyê kurê wê radetsî wê dikin.    NÎŞANA SERKETINÊ    Dayik Yildirim ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe diçe Goristana Kîlyosê. Wexta dayik Yildirim dibîne ku cenaze li bin peyarêyekê hatiye veşartin, cardin pir diêşe. Yildirim, ligel zext û zoriyên cendirme û polîsan jî cenazeyê kurê xwe di nava qabeke plastîk de werdigire û li ber hestiyên kurê xwe tenê îşareta serketinê dike û xwedî li bîranîna kurê xwe derdikeve. Yildirim, piştî hestiyan werdigire cardin berê xwe dide Bedlîsê û cardin kurê xwe defin dike.    'DIJMINATÎ YE'   Dayik Yildirim ji bo tiştên li cenazeyan tên kiri got bêrêzîtî ye û domand: "Li Kîlyosê li bin peyarêyekê veşartina cenazeyan wehşet e. Ne wijdan qebûl dike n ejî ehlaq. Dewletê bi vê yekê cardin nîşanda ku çawa dijminatiya kurda dike. Dikarim her tiştî efû bikim, lê kesên bêriziyê li tiştên min î pîroz û cenazeyên min bikin, efû nakim. Li dijî vê jî ez ê tim û tim bitêkoşim."   MA / Erdogan Alayûmat