Gora Vedat Aydin ziyaret kirin: Em ê tu carî serî ne tewînin 2020-07-31 10:34:03 AMED - Bi boneya Cejna Qurbanê, gora Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin hat ziyaretkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, di serdanê de axivî û got: “Desthilatdarî çiqasî êrîş bike bila bike, emê tu carî serî netewînin. Ji ber ku em xwedî mîrateya têkoşîneke pir mezinin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Jiyana Xwe Ji Dest Dane (MEBYA-DER), bi boneya Cejna Qurbanê  gora Serokê Partiya Ked a Gelan (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha  1991’an de hatibû qetilkirin, ziyaret kirin. Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Hişyar Ozsoy û Nusrettîn Maçîn, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, birayê Vedat Aydin Veysî Aydin û nûnerên Rêxistinên Civaka Sîvîl (STO) beşdarî serdana gora Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê ya li navçeya  Yenîşerhîr a Amedê bûn.     ‘HER ROJA DIÇE HÊVÎ MEZINTIR DIBIN’     Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser gora Aydin axivî û wiha got: “Mîna her cejnê me di vê cejnê de jî xwest ku em Vedat Aydin û hevalên wî bi bîr bînin. Li dijî gelê kurd pir êrîş pêk anîn, lê dîsan jî tu encam negirtin. Em carek din dibêjin; wê tu carî encamê ne girin. Ev êrîşên bi wijdan û bêhiqûq ên li dijî gelê kurd, wê ne gihin armanca xwe. Em ê hêviyên xwe yên aştî û azadî winda nekin. Ev hêviya gel her roja diçe mezintir  dibe.”    XWEST ŞER BI DAWÎ BIBE   Birayê Aydin Veysî Aydin jî, da zanîn ku ji ber şerê heyî, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Em dixwazin ku êdî ev cejn bibe wesîleya rawestanadin xwîna dirêje. Em daxwaza aştiyê dikin. Bila êdî şer û rijandina xwînê bi dawî bibe.”   AYDENÎZ: EM BI GELÊ XWE RE NE   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Cejna Qurbanê ya gelên Mezopotamya pîroz kir û wiha bilêv kir: “Têkoşîna azadî û aştiyê ya îdealên Vedat Aydin û hevalên wî ji bo me bûyer mîrateya herî mezin. Desthilatdarî çiqas êrîş bike bila bike, emê li dijî vê faşîzma êrîşkar serî netewînin. Ji ber ku em xwedî mîrateya têkoşîneke pir mezinin. Heya dawiyê emê bi gelê xwe re bin.”   Parlamenterê  HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî, bal kişand ser cînayeta Vedat Aydin û wiha got: “Aydin bi awayekê kiryar ne diyar hat qetilkirin. Lê di rastiyê faîl tên zanîn. Ji ber ku ji têkoşîna wî tirsiyan, ew qetilkirin. Vedat Aydin şoreşgerê Kurdistanê bû. Emê têkoşîna wî di nivî de nehêlin.”    Siyasetmedar û nûnerên STO’yê piştî axaftin û xwendina duayan, qerenfîl danin ser gora Aydin û ji goristanê veqetiyan.