Mizrakli: Bi hêviya cejnên em qurbanan nedin 2020-07-31 12:30:42 ENQERE - Hevşaredarê Başarê Mezin ê Amedê yê girtî Adnan Selçûk Mizrakli, di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de got: “Bi hêviya cejnên em êdî qurbanan nedin... Bila navê vê cejnê jî aştî be.” Hevşaredarê Bajarê Mezîn ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hatin kirin û girtin, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Kayseriyê peyama Cejna Qurbanê şand.    Mizrakli di peyama xwe ya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat weşandin de wiha got: “Em ê wekhevî, edalet û jiyanek nû ya azad bi têkoşînê ava bikin. Di pêvajoyeke evqas zor û zehmet de ku faşîzm hewl dide welat veguherîne girtîgehê, em li pişt dîwaran bi were têdikoşîn. Di pêvajoyeke ku çar aliyê welat ji aliyê tarîtiya faşîzmê ve hatiye dorpêçkirin û jiyan veguherandiye dojehê de, em Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Em weke kesên dildarên azadiyê, ji bo ku cejn di nava keyfxweşî û yekgirtinê de bê pîrozkirin, em têkoşîn kir û em vê têkoşîna xwe dewam dikin. Bi hêviya cejnên em êdî qurbanan nedin… Bila navê vê cejnê jî aştî be.”