Gundiyan şewata li Licê xistin kontrolê 2020-07-31 13:04:51   AMED – Gundiyan piştî mudaxileya 3 rojan agirê li gundên Licê bi daristanê ketibû xistin kontrola xwe.    Li gundê Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr û Cimar ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji 28’ê tîrmehê ve şewat derketiye û bi sedan hektar qadên daristan şewitîn. Li gundê Sîsê goristana ku çend carin tê rûxandin jî piştî agir bi daristanê ket dar û berê nava wê tev şewatî. Welatiyan piştî mudaxileyê şewata li goristanê vemirandin. Şewata li gundê Dêrxûst û Sîsê ku 3 roj berê dest pê kiribû gelek dar û zevî şewitîn. Welatiyên gund bi derfetên xwe kêm, mudaxileyî şewatê kirin û îro serê sibê şewat vemirandin. Welatiyên gundan ji bo şewat bi temamî vemire di nava tevgerê de ne û kontrola şewatê dikin.