Cejnê li goristanan pêşwazî kirin 2020-07-31 13:40:29   STENBOL – Rêveberên ANYAKAY-DER bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana goristanan.   Rêveber û endamên komeleya ANYAKAY-DER’ê bi wesîleya Cejna Qûrbanê çûn serdana gorên endamên HPG’ê û MLKP’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane yên li goristanên li navçeyên Sancaktepe, Uskudar, Sultangaziyê. Her wiha gora qûrbaniyên Komkujiya Pirsûsê jî hatin ziyaretkirin.   Rêveberên Komeleyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes di serdanê de cih girtin. Li ser goran rêz hat girtin û dua hatin kirin û fatîha hatin xwendin.   Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Şêhmûz Işik li Goristana Taxa Gaziyê axivî û diyar kir ku gelê kurd alîgirê aştiyê ye û dewlet jî mirinê ji bo gelê kurd rewa dibîne. Işik bertek nîşanî şewitandina goristana li Licê da û got: “Em ê vê zilmê qet qebûl nekin. Peyarêyên Kîlyosê ji me re rewa dibînin. Em ê tu carî vê nepejirînin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Heta em vê bi dest bixin wê têkoşîna me bidome.”   Piştî axaftinan serdan bi dawî bû.