HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê 2020-07-31 16:01:39   STENBOL – Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK’ê bi boneya Cejna Qûrbanê peyamek weşand û got: “Cejn wê teqez bibin avakarê aştiyê.”   Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya Cejna Qûrbanê peyama pîrozbahiyê weşand. HDK’ê xwest ku kedkxwarina cejnan bi dawî bibe û bibe hêviya avakirina aştiyek bi rûmet û got: “Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê.” HDK’ê diyar kir ku mixabin ew cejnek din li ser erdnîgariya Îbrahîman ku di bin şer, feqîrî, sirgûn, êşkenceya tê kirin, tunekirina xweza û sewalan, zextên li ser ziman û olan û tundiya li jin û zarokan tê kirin de pêşwazî dikin. HDK’ê diyar kir ku hêviya wan mezin e û helbet wê rojek cejn rojên xweş û aram bînin.   HDK’ê got bi hêviya ku cejnên di biratiyê û di nava aştiyê de were pîrozkirin û bibe wesîleya jiyanek nû li gelên Kurdistan û Tirkiyê û tevahiya gelê cîhanê pîroz kir.