Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik 2020-08-01 09:00:17 STENBOL - Dîlek Şeker, du birayên wê di 33 saliya xwe de û bavê wê jî di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane. Şekerê wêneyê her sêyan ê bi navê "Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik" bi dîwarê mala xwe vekiriye û bi hêz û hesta ku ev wêne lê bar dike têdikoşe.    Çîroka malbata Şekerê jî yek ji çîrokên êşbar e. Dîlek Şekerê li dîwarê mala xwe ya li Taxa Gaziyê ya Stenbolê wêneyê bi navê "Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik" daliqandiye. Ên di vî wêneyî de dudo jê birayên wê ne û yek jê jî bavê wê ye. Du birayên wê di 33 saliya xwe de û bavê wê jî di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest daye.    Ji QOÇGIRIYÊ BER BI GAZIYÊ VE    Çîroka malbata Şekerê li Qoçgiriya Sêwazê dest pê dike. Îsmet Şeker, gava hê biçûk bûye bavê wî jiyana xwe ji dest dide. Piştî bavê wî dimire, li cem kalê xwe mezin dibe. Şeker ku zarokatiya wî li Qoçgiriyê derbas dibe, ji ber rewşa aborî tê Taxa Gaziyê ya Stenbolê. Li ser înşeatan dişixule. Bi dotmama xwe Zahîde Şeker re dizewice. Bi navê Dîlek, Mûstaca Can, Yûsûf û Yagmûr çar zarokên wan çêdibin. Zarokên wan hin jê heya lîseyê hin jê jî heya dibistana navîn dixwînin û dev ji dibistanê berdidin.    Ji birayan Yûsûf gava midûrê fîrmayekê bûye, bi hinceta ku di sala 2013'aan de li Stenbolê tevli daxuyaniyeke qanûnî bûye tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Yûsûf, piştî salekê tê berdan. Piştî tê berdan cardin vedigere ser karê xwe. Lê rojekê ji nişkave winda dibe.    ROJA KOBANÊ AZAD BÛYE JIYANA XWE JI DEST DAYE    Birayê wî Mûstafa Can jî piştî ku pê dihese Yûsûf li Kobaniyê ye, di sala 2015'an de berê xwe dide Kobaniyê. Mûstafa Can gava diçe Kobaniyê li aliyekî li birayê xwe Yûsûf digere, li aliyê din jî li dijî DAIŞ'ê tevli YPG'ê dibe.    Xwişk Dîlek, anî ziman ku rojekê Mûstafa Can telefonî wê kiriye û jê re gotiye kiriye nekiriye Yûsûf nedîtiye. Xwişk Dîlek, diyar kir ku Mûstafa Can jî roja ku Kobanê azad bû, di 27'ê Çileya 2015'an de, jiyana xwe ji dest daye.    Xwişk Dîlek ji bo xebera mirina Mûstafa got: "Guleyek egîdekî qerase kuştibû. Pir bihêz bû, loma min bawer nekir."    Her wiha hevalên wî li ser kêlika gora Mûstafa Can ê 33 salî ya li Goristana Gaziyê wiha nivîsandine: "Hevalê Şiyar, rihet rakeve. Roja tu şehîd ketî, Kobanê azad bû. (Hevrêyên te)"    Dayik Şeker jî piştî mirina kurê xwe nerihet dibe û di 18'ê Hezîrana 2015'an de jiyana xwe ji dest dide. Îsmet Şeker jî piştî hevjîna wî û kurek wî jiyana xwe ji dest didin, ji nişkave porê wî giş spî dibe.    Dîlek Şeker, diyar kir ku piştî mirina Mûstafa, vê carê bavê wê li Yûsûf digere û got, bavê wê gotiye: "Min kurek xwe spart axê, qet nebe Yûsûf bibînim."    ‘EZ Ê LI CIHÊ KU LÊ ŞEHÎD KETIYE NEXWEŞXANEYÊ ÇÊBIKIM'    Bav Şeker ji bo biçe Kobaniyê û Yûsûf bibîne xeberê dişîne her derî û ji bo vê pêwendiyê bi SGDF'ê re datîne. Li ser vê bav Şeker ku pêlava lingê wî qetandîbû, ji bo zarokên Kobaniyê 5 cot pêlav distîne û dibêje "Qet nebe tûxleyekê li ser dîwarê nexweşxaneya ku li cihê Mûstafa bê çêkirin bikim. Ez ê li cihê ku kurê min lê şehîd bûye nexweşxaneyekê çêbikim û navê Mûstafa lê bikim" û daxilî nav kampanyayê dibe.   Gava rêwiyên xeyalan li Pirsûsê li Navenda Çandê ya Amarayê daxuyanî didan, DAIŞ'ê bi xwekujî êrîş bir ser wan û di êrîşê de 33 kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji van rêwiyên xeyalan jî Îsmet Şeker bû.    ‘BÊHNA ŞEWATÊ TÊ JI MALA MIN'    Bi vê êrîşê re wesiyeta dayik Zahîdeyê ku ji hevjînê xwe Îsmet re gotibû "Îsmet min ew nedît, lê tu kurê min bibîne" di nîvî de ma. Hîn çileyê hevjîna wî naqede tev li rêwiyên xeyalan dibe. Di roja 33'yan a koça hevjîna wî de tevî 33 rêwiyên xeyalan ber bi ebediyetê ve tê birêkirin.    Keça wî Dîlek Şeker ji bo wê rojê got: “Di navbera her du qereqolan de bi qirçeqirç hatin şewitandin. Werê şewitandin; 5 sal in bêhna şewatê ji mala min tê. Werê şewitandin ku hîn jî bêhna şewatê ji destên min tê. Di 20'ê Tîrmehê de, wê rojê me dixwest firtone rabe. Me dixwest Navenda Çandê ya Amarayê bibe çem. Lê bêhneke şewatê, bêhneke werê dihat ji her derî..."    WESIYETA BAV ŞEKIR    Dîlek Şeker, piştî dê, bav û birayekî wê jiyana xwe ji dest didin di warê derûnî de piştgiriyê distîne. Ligel vê tevî malbatên Pirsûsê jî dev ji têkoşîna edaletê bernade. Şeker, ji bo wesiyeta bavê xwe jî têdikoşe ku bavê wê jê re gotibû "Tiliyek û mûyek Yûsûf jî bimîne gere hûn wî li cem min veşêrin." Dîlek Şeker di destpêka Tîrmeha 2020'an de pê dihese ku Yûsûf li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ye.    ‘BEDENA YÛSÛF ŞEWITÎBÛ'    Li ser vê Dîlek Şeker ji bo teşxîskirina birayê xwe Yûsûf diçe Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û got: "Wekî bedena bavê min û Mûstafayê min, bedena Yûsûf jî şewitîbû. Çendî ku şewitîbû jî çawa çav pê ketim, min ew nas kir. Min ew qas bîriya wî kiribû ku min newêribû dest jî bidê."    WÎ XISTIN GORA BAVÊ WΠ   Yûsûf jî wekî birayê xwe Mûstafa Can di 33 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û li ser wesiyeta bavê wî, di 7'ê Tîrmehê de gora bavê wî tê vekirin û li cem wî tê veşartin.    Dîlek Şeker, anî ziman ku dixwest destên birayê xwe hine bike, lê belê ji destê wê bêhan şewatê dihat û got: "Em malbateke qersa bûn, tenê du eks man. Ev pri êşbar e... Hêrseke pir mezin e..."   WÊNEYÊ LI DÎWÊR    Çîroka malbata Şekerê ku di tu çarçîfeyê de hilnayê, eynî wekî Guernîcaya Pablo Pîcasso ye. Lê belê ev çarçîfeya êşbar ya malbata Şekerê ku li dîwarê xêniyê Dîlek Şekerê daliqandî berhema kê ye?    MA / Nacî Kaya