Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome 2020-08-01 11:27:03 ŞIRNEX - Li Gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ku eskeran dorpêç kiribû, gelek kes binçav kirin. 3 kesên duh eskeran binçavkiribûn serbest hatin berdan û dorpêça eskeran rabû. Lê binçavkirina welatiyan didome. Îro jî eskeran şivanek û çotkarek jî di navde 3 kes binçav kirin.    Li Gundê Bana yê Navçeya Basayê, eskeran bi helikopteran herêm bombe kiribû û şer derketibû. Piştî şer eskeran operasyona bejayî li dar xist û gundê Bana dorpêç kirin. Eskeran duh 3 şêniyên gund Fikri Ozkan, Bav Haci Abdullah Ozkan û şivan Haci Savcun binçavkirin û piştî îfadeya wan girtin serbest berdan. Dorpêça gund jî îro bi dawî kirin. Eskeran di bin çavan de ji welatiyan pirsa “Hûn diçin çem çi karî dikin? Hûn çekan li ku vedişêirin? Hûn alîkariya kê dikin?" pirsîbûn. Eskeran piştî dorpêç rakirin serê sibê jî 3 kesên şevan û çotkar jî di navde binçavkirin û birin Basayê.