Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe 2020-08-01 13:49:37   STENBOL - Dayikên Şemiyê, xwestin ku faîlên Suleyman Cîhan ê berî 39 salan dibin çavan de hat windakirin û piştî 85 rojan cenazeyê wî hat dîtin, bên darizandin. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin k udi sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe.   Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo winda bûn dîtin û faîl bên darizandin a dewam dikin, di heftiya 801’emîn de li dar xist. Çalakiya vê hefteyê, ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî bi awayekî zindî hat lidarxistin. Dayikên di çalakiya xwe ya vê heftê de daxwaz kirin ku Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeah 1981’an de dibin çavan de hat windakirin û piştî 85 rojan cenazeyê wî hat dîtin, bên darizandin.   BIRYARA BIHURÎNA DEMÊ   Birayê Suleyman Cîhan Ahmet Cîhan, diyar kir piştî birayê wî hat binçavakirin 85 roj şûnde cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin û wiha daxwaza edaletê kir: “Birayê min bi îşkencê kuştin. Dosyeya lêpirsînê ya derbarê kuştina wî de hatibû vekirin di dema 12’ê îlonê de bi hinceta bihurîna demê girtin. Em di sala 2012’an de ji nû de gilî kir û cardin dest bi lêpirsînê hat kirin. Lê dosyeya lêpirsînê ya hat vekirin jî bi encam nebû. Di dosyeyê de 5 dozger hatin guhertin. Ligel ku hat tespîtkirin ku birayê min bi îşkenceyê hatiye kuştin jî, biyara ne şopandinê ji bo dosyeyê hat dayîn. Di sûcên îşkenceyê de, bihurîna demê tuneye. Ev 801 heftene em daxwaza edaletê dikin.”    Parêzerê malbata Cîhan Aydin Dogan jî, diyar kir ku di sûcên li dijî mirovan de bihurîna demê tuneye û wiha got: “Dewlet bi xwe lêpirsînê asteng dike. Ji ber nêzîkatiyên dewletê faîl nayê cezakirin.    BINÇAVKIRIN RED KIRIN   Xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de dibin çavan de hat windakirin û durê cenazeyê wî hat dîtin Aysel Ocak, daxuyaniyê vê heftiyê da. Ocak, diyar kirku Suleyman Cîhan 31 salî bû, 2 zarokên wî hebûn, mamoste bû û Stenbolê dijiya. Ocak, dest nîşan kir ku piştî Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê biyara lêgerîna Cîhan derdikeve û wiha axivî: “Cîhan di 29’ê Tîrmeha 1981’an dema ji Edîrneyê diçû Stenbolê, ekîbeke sivîl pêşiya otobûsa ku tê de bû digirin. Cîhan ji otobusê dadixin û wî binçav dikin. Dûre wî dibin Miduriyeta Ewlekariya Polîsan a Stenbolê. Malbat û parêzer li ser vê yekê dikevin nava tevgerê, lê binçavkirin Cîhan tê redkirin.    GOTIN ‘ÎNTÎHAR KIR’   Ocak, da zanîn ku ji malbat û parêzeran hat gotin ku Cîhan întîhar kiriye û wiha got: “Lê di rapora otopsiyê de derket holê ku Cîhan întîhar nekiriye, îşkence lê hatiye kirin û berî ji apartmana 6 qat bê avêtin, miriye. Malbatê li ser vê yekê cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadikoyê da. Ligel ku navên kesên gumanbar di dosyeya lêpirsînê de hebûn jî, biyara girtinê derbarê dosyeyê de hat dayîn.”   DAXWAZA EDALETÊ   Ocak, dest nîşan kir ku windakirina Cîhan sûcê  li dijî mirovahiyê ye û wiha  daxwaza edaletê kir: “Çend sal derbas bibin jî, em ê daxwaza edaletê ji bo Cîhan û mirovên hatine windakirin bikin. Emê dest ji vê têkoşîna xwe bernedin.”    Hûn dikarin li ser vê lingê, xwe bigihînên daxuyaniya çalakiya hefteya 801’emîn a Dayikên Şemiyê: https://www.youtube.com/watch?v=TYVLTlGOiCE&feature=youtu.be