Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye 2020-08-01 15:11:14   Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal  îşkence ye    STENBOL - Platforma Piştevaniya Ji bo Edaletê, ji bo piştgiriyê bidin Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne û li gel rapora ATK'ê nayên berdan, li pêş nexweşxaneyê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku mudaxileya bi zorê îşkence ye.    Platforma Piştevaniya Ji bo Edaletê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal çalakî li dar xistin. Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku ji bo mafê edaletê di rojiya mirinê de ne, li gel rapora ATK'ê jî nehatin berdan. Endamên Platformê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê kom bûn û daxuyanî dan. Parêzer û malbatên Tîmtîk û Unsal, Bavê Mustafa Koçak ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da Hasan Koçak,  Endamên ÇHD, TAYAD û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Komê di çalakiyê de pankartên “Jiyana Ebru û Aytaç di bin rîskek mezin de ye. Bila Ebru û Aytaç bên berdan." vekirin, dowîzên “Parêzerên gel serbest berdin", “Ji Ebru û Aytaç re azadî" rakirin û dirûşmeyên "Darizandina Adîl maf e." berz kirin.    Li ser navê Platformê Endamê TAYAD'ê Nesîmî Ozcan, anî ziman ku Timtik û Unsal ji bo mafê darizandina bi edalet ketine rojiya mirinê û xwest ev daxwaza wan bê qebûlkirin. Parêzeran gotin 'Eger hiqûq tune be, emê bi berxwedanê gotina xwe binin ziman' Hefteya borî ATK'ê rapora nikare li girtîgehê bimînin dan. Piştî vê raporê li şûna bên berdan 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dîsa bernedan. Mudaxileya bi zorê îşkence ye.  Em ê Timtik û Unsal bidin jiyandin.    Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.