Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune 2020-08-02 09:19:31 RIHA - Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla, diyar kir ku li Rihayê rojê nêzî 300-350 kes bi şewba vîrûsa coronona (Covît-19) dikevin û li nexweşxaneyan jibo nexweşan cih tune ye.  Li Bajarên kurdan rêjeya vîrûsa corona (Covît-19) gelek zêde bûye. Bi taybetî li Riha, Mêrdîn, Amed, Şirnex û Êlihê her rojê li her bajarî nêzî 300 kes bi şewba vîrûsa (Covid-19) dikevin. Ji ber hêjmara nexweşan zêde dibe êdî li nexweşxaneyên bajarên herêmê cihê nexweşan nemaye. Bi sedan mirov li malên xwe bi derfetên xwe tedawî dibin. Yek ji bajarê herî zêre şewba vîrûsa Covît-19 lê belav bûye jî Riha ye. Li Rihayê rojê nêzî 300-350 kes bi şewbê dikevin Li gel vê yekê Midûriyeta Tenduristiyê ya Rihayê bêdegn e. Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Osman Yuksekyayla, li ser belavbûna vîrûsê û rewşa dawî ya vîrûsê nirxandin kir. Yuksekyayla, diyar kir ku li Rihayê rojê nêzî 300-350 kes bi şewba vîrûsa coronona (Covît-19) dikevin û li nexweşxaneyan jibo nexweşan cih tune ye.    Yuksekyayla, anî ziman ku serdema ewil a vê şewbê heta meha hezîranê bû û niha derbasî serdema duyemîn bûne û wiha got: "Di serdema ewil de te têr bû jî tedbîr hebûn. Ji ber tedbîr hebûn, şewb zêde belav nebû. Hêjmara nexweşên giran kêm bû. Di serdema ewil de ji bo personelên nexweşxaneyê zêde tedbîr nehatin girtin. Piştî demekê ev kêmosî parek çareser kirin. Serdema duyemîn piştî 1'ê Hezîranê dest pê kir. Bi taybetî bi pêvajoya asayîbûnê re hiş û fikra 'Şewb xelas bû' pêş ket. Fatura vê ferasetê di meha tîrmehê de xwe nîşan da."    ROJÊ 300-350 KES BI ŞEWBÊ DIKEVIN'   Yuksekyayla anî ziman ku daneyên bajaran ên der barê Covid-19 de nayên parvekirin û wiha berdewam kir: "Li gorî daxuyaniyên Lijneya Hifzissihha ya Bajar li bajêr rojê 300- 350 kes bi vîrûsa corona dikevin. Ji ber hêjmara nexweşan zêde dibe karê xizmetkarên tenduristiyê jêde dibe. Rîska wan jî zêde dibe. Welatiyên bi şewbê dikevin ji ber nikarin biçin nexweşxaneyan tedawî bibin serî li Navendên Tenduristiya Malbatan didin. Ji ber hêjmar zêde dibe unîteyên beşa venêrtina zêde tijî bûne û cih nenaye. Eger wisa bidome, emê zor û zahmetiyên gelek mezin bijîn. Niha şewb êdî ne wekî berê rojev e. Lê ji berê zêdetir e. "    Yuksekyayla bang li hemû rêxistinên tenudiristiyê û pîşeyên tenduristiyê kir û xwest li dijî vê yekê civînekê li dar bixin û bi hevre tedbîran bigirin û wiha bi dawî kir: "Ji bo  Rihayê ne dereng e. Ger ku em bi hevre tebîran bigirin ne dereng e. Êdî civînek hevpar mecbûrî ye. Eger dibistan dest pê bike û pêvajoya zekemekê dest pê bike dê zêdetir belav bibe. Divê ji niha de tedbîr bên girtin. Heta niha em li dervê pêvajoyê hiştin. Lê divê ji niha û şûnde me jî û hemû rêxistinên tenduristiyê tev li vê pêvajoyê bikin. Divê bi lez civînek ku hemû pîşe û rêxistinên tenduristiyê kom bibin û tedbîran bigirin."