‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir' 2020-08-02 11:49:56   AMED - Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas ku roja beriya cejnê goristana Sîsê ziyaret kir, diyar kir ku piştî şewata li Liceyê goristan jî hatin şewitandin û ji ber gor û goristan bi dijwarî şewitibûn hin malbatan gorên zarokên xwe nas nekirin. Almas, bang li malbatan kir û xwest ji bo serlêdana sûc serî li komeleya wan bidin.     Li navçeya Licê ya Amedê di 28'ê Tîrmehê de agir bi daristanê ket û 3 rojan li ser hev daristan şewitî. Di şewata daristanê de bi hezaran dar, bi hezaran sewal û zindî tev şewitîn û bûn xwelî. Li gel daristanê goristanên li navçeya Liceyê jî tev şewitîn. Yek ji goristanên şewitîn Goristana Gundê Sîsê bû. Goristana Sîsê di 5 salên dawî de heta niha gelek caran di êrîşên hewaşî û topbaranê de hatin rûxandin. Di şewata dawi de jî tev bû xwelî. Dema Komeleya MEBYA-DER'ê ya Amedê û malbat, beriya Cejna Qurbanê çûn Goristana Sîsê û gorên zarokên xwe ziyaret kirin dîtin ku hemû şênahiya li nava goristanê hemû şewitiye.    ALMAS: ÊRÎŞÎ NIRXÊN GEL DIKIN   Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas, anî ziman ku berê jî êrîşên bi vi rengî pêk hatin û wiha got: "Bi van êrîşan dixwazin hafiza û nirxên civakê tune bikin. Bi van bûyeran dixwazin mirovan bitirsînin û ji nirxên wan dûr bixin. Êrîşên li dijî nirxên gel gihiştiye astek din. Armanca van êrîşan tunekirina nirxên gel e. Heta niha bi dehan caran êrîşî goristanan kirin. Niha êdî goristanan dişewitînin. Dixwazin gel li hemberî van êrîşan bê bertek bihêlin û tirsê zêde bikin."    MALBATAN GORÊ ZAROKÊN XWE NAS NEKIRIN   Almas anî ziman ku wan bi minasebeta Cejna Qurbanê xwest gorên zarokên xwe ziyaret bikin û wiha lê zêde kir: "Em di rêde rastî astengiyên eskeran hatin. Eskeran malbat asteng kirin. Di Cejna Remezanê de jî em rastî heman astengiyên eskeran hatin. Dîsa me heman dîmen dîtin. Cara dawî dema agir bi goristanê û daristanê ket, eskeran nehiştin welatî agir vemirinin. Berê jî di encama operasyonên eskerî de goristan şewitandibûn. Dema agir gihişt goristanê venemirandin. Welatiyên gund xwestin agirê bi goristanê ketiye vemirînin. Lê eskeran destûr nedan wan."    HEWCE BE EM Ê NOBETÊ BIGIRIN   Almas, destnişan kir ku dema çûn goristanê bi tabloyek pir dilêş û xerab re rû bi rû man û wiha bi dawî kir: "Dema malbatan ev dîmen dîtin, pir xemgîn bûn û dilê wan êşiya. Dema em gihiştin goristanê hêj goristan dişewitî. Me malbatan bi hevre agirê li nava goristanê vemirand. 100 caran goristanê bişewitînin û 100 carî xera bikin jî em ê dîsa werin gor û goristana xwe ziyaret bikin. Emê her tim wê nû bikin. Malbat 40-45 salin îşkenceya herî xerab dibînin. Niha jî ji ber goristan şewitîn malbatekê gora zarokê xwe nas nekir. Ji ber ku hem gor şewitandine, hem jî xera kirine. Ev sûc e.  Eger hewce be emê li ser gorên zarokên xwe nobetê bigirin. Paşeroja me di van goran de veşartîne. Şehîdên dîrokê di van goran de veşartîne. Dixwazin dîrok û beleka me tune bikin. Em bang li hemû malbatên xwe dikin. Ji bo serlêdana sûc bikin bila serî li me bidin û me bi hevre serlêdana sûc bikin. Kes ne bê xwedî ye. Bi taybetî kesên di goran de qet ne bê xwedî ne. Divê hemû malbat xwe bigînin me. Em ê serlêdana sûc bikin. Em ê heta DMME'ê mafê xwe yê hiqûqî û zagonî biparêzin. Bi şopa vê dozê ketevin. Ji bo carek din dîsa êrîş nekin hewce be em ê nobetê bigirin."