Girtiyên xistine hucreyên ‘qefesê’ di greva birçîbûnê de ne 2020-08-03 13:10:51   STENBOL – Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê 6 girtî 15 roj in li hucreyên wek “qefesê” tên pênasekirin di gireva birçîbûnê de ne.    Ji Girtîgeha Sîlîvrî 6 girtî sewqî Girtîgeha Jimara 6’an a Tîpa F a Sîlîvrî hatin kirin. Ev 6 girtî 15 roj in li hucreyên wek “qefesê” tên pênasekirin di gireva birçîbûnê de ne. Bi sê koman di 2 hucreyên cuda de tên ragirtin. Ji ber ku daxwaza girtiyan a ji bo derbasbûna hucreyên din nehat qebûlkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.    DAXWAZA WAN HATIYE REDKIRIN    Li gorî agahiyên ku parêzerên girtiyan dane; 20 roj in sewqî Tekîrdagê hatine kirin û bi hêceta kul i hucreyên asayî cih nîne wan xistine hucreyên wek “qafesan.” Daxwaza girtiyan ji bo derbasbûyîna hucreyên din bi hêceta “cih nîne” nehatiye qebûlkirin. Li ser redkirina daxwazê girtiyan daxwazname ji Wezareta Dadê re nivîsand. Girtiyên ku daxwaznameyên wan bêbersiv man dest bi grevê kirin. Parêzeran diyar kir ku 15 roj girtî di greva birçîbûnê de ne û ji bo pirsgirêk çareser bibe divê ew bi rêveberiya hepsê re hevdîtin bikin.