'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye' 2020-08-05 09:02:41 ŞIRNEX - Di rojên dawî de li herêma çiyayê Cudî, Gabar û Bestayê agir daristanê ket û gelek daristan şewitî. Têkildarî şewata daristanê parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku sedema şewata daristanê polîtîkayên AKP'ê yên ewlehiyê ne.   Li herêma çiyayê Cudî, Gabar û Besta 3 mehin piştî operasyonên eskerî û topbaranê agir bi daristanê dikeve û daristan dişewite. Heta niha bi sedan hektar daristan, dahl û rez şewitî. Li vê herêmê daristan hêj dişewite. Bi hezaran dar tev şewitîn û bûn xwelî. Têkildarî şewata li herêmê rayedarên Midûriyeta Karê Daristanê ya Şirnexê diyar kir ku ji ber Herêma Ewlehiyê ye nikarin biçin herêmê û mudaxaleyî şewatê bikin.  Herî dawî agir li herêma Besta bi daristana Zozanên Şerevanê ket. Agir li 6 nokteyan bi daristanê ket û 5 rojin didome. Parlamenterên Partiya Demokratîk (HDP) yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyin Kaçmaz, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev encama polîtîkayên AKP'ê yên ewlehiyê ne.    'BI ZANEBÛN QETLÎAMÊ DIKIN   Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku her sal di demsala havînê de hêzên ewlehiyê bi hinceta "ewlehî" "Operasyon heye" herêmê dişewitînin û bombe dikin. Ozguneş, da zanîn ku bi zanebûn daristana li herêmê dişewitînin û got: "Bi zanebûn daristanê dişewitînin. Şertê jiyanê yê gelê herêmê zahmet dikin."    'DESTÛR NADIN GEL BIÇE AGIR VEMIRÎNE   Ozguneş, da zanîn ku dijminantiya gelê herêmê dikin û wiha axivî: "Li herêma Çiyayê Cudî û Besta gelek darên me şewitandin. Destûr nadin ku gel biçin agir vemirînin. Tu hewldan û armanca hikûmeta AKP'ê ku agir vemirîne tune ye. Lê dema li bajarên Tirkiye agir bi dakistanê dikeve dişewitînin. Li dijî xwezaya Kurdan dijminantiyek mezin heye."    'POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ YE'   Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz jî anî ziman ku di encama polîtîkayên AKP'ê yên ewlehiyê de daristanê dişewitînin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên neçareseriya kêşeya Kurd û  operasyonên eskerî daristanê dişewitînin. Di operasyon û topbarana ji qereqolan de daristanê dişewitînin. Herî dawî li Navçeya Silopî di topbaran Qereqola Botaşê de li çiyayê Cudî daristan şewitandin. Her kes vî agirê li Cudî, Gabarê dibîne. Sedema agirê li Kurdistanê polîtîkayên ewlehiyê ye. Li qûna saziyên eleqeder agirê bi daristanê dikevin vemirînin, mixabin bi hinceta "Qadên ewlehiya taybet" venamirînin. Li Îzmîr, Manîsa û Bûrsayê dibêjin 'Dilê me dişewite' û bi lez vedimirînin. Lê li herêma Cudî û Gabarê bi destê xwe daristanê dişewitînin."