Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî 2020-08-05 09:30:16   SÊRT - Li navçeya Hewêlê, di şewata rû da de 20 hektar erd şewitî.    Li nêzî goma Kûtlû ya di navbera gundê Atabagi û Karakaya  yên girêdayî navçeya Hewêl a Sêrtê, duh ji ber sedemekê nehat hîn bûn agir bi daristanê ket. Agirê rû da, ji ber tesîra bayê di demek kûrt belavî herêmê bû. Ekîbên Miduriyeta Karê Agirkuj û Daristanê û welatiyên gundan mudaxileyî şewabatê kirin.    Piştî mudaxileyê agir hat vemirandin û hat dest nîşan kirin ku nêzî 20 hektar erd şewitiye.