Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin 2020-08-05 10:09:26     SÊRT – Endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê yê HDP’î Mehmet Zekeriya Çigir hat binçavkirin.    Mehmet Zekeriya Çigir ê endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di serdegirtina malê de serê sibê hat binçavkirin. Polîsan piştî lêgerîna di malê de Çigir binçav kirin. Çigir ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Ewlekariya Bajêr.