Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê 2020-08-05 13:22:33   WAN - Dîmenê keştiya li Gola Wanê bû gora 61 penaberan derket holê. Derket holê ku 15 deqîqe beriya keştî noqî avê bibe dîmen hatine kişandin.    Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê rapora têkildarî keştiya di 27'ê Hezîranê de noqî avê bû amade kiriye aşkere kir. Komîsyonê dîmenê keştiya penaberan a beriya noqî avê bibe hatiye kişandin parve kir. Di keştiyê de 61 penaber di golê de xeniqîbûn. Baroya Wanê rapora der barê keştiyê de aşkere kir û dîmenên beriya keştî noqî avê bibe hatine kişandin parve kir. Derket holê ku 15 deqîqe beriya ku keştî noqî avê bibe dîmen hatine k   Baroya Wanê rapor li Salona Konferansê ya Tahir Elçî bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Li ser navê komîsyonê Endamê Komîsyonê Parêzer Mahmut Kaçan rapor aşkere kir. Di civînê de Berpirsiyarê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan ê HDP'ê Umit Dede, Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan Işik û rêveberên Odeya Tabîban amade bûn.    DÎMENÊN DAWÎ PARVE KIRIN   Endamê Komîsyonê Prz. Mahmut Kaçan dema rapor parve kir, dîmenên ji keştiyê hatine kişandin û beriya keştî noqî avê bibe 15 deqîqe berê hatine kişandin parve kir. Di dîmen de derket holê ku penaber di qata jêr a keştiyê de rawestiya ne û xwe bi hev girtine.    TESBÎTÊN HATIN KIRIN   Tespîtên ku komîsyonê kirin wiha ne:    "* Bûyer di 27.06.2020'an de pêk hat. Lê li gorî me têkiliya vê bûyerê û bûyera 26.12.2019'an a li Elcewazê pêk hat girêdayî hev in. Dîsa têkiliya faîlan jî bi hevre heye.    * Di rapora ku me nivîsî heta ku rapor hat amadekirin li Gola Wanê cenazeyê 61 kesan hat dîtin. Van mirovan di encama qezayê de jiyana xwe ji dest nedane. Bûyer bi zanebûn û qest e. Divê bûyer wekî qeza neyê destgirtin. Wekî kuştinabi qest bê zanîn. Keştiya ku 17 kesan bar dike di şertên dermiroviyê de mirov bar kirine.    *Di bûyerên bi vî rengî de daraz bê liv û tevger dimîne û temaşe dike. Polîtîkayên becazabûnê rê li pêş van komkujiyan vedike. 6 meh berê jî bûyer pêk hatibû û 7 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî bûyera li Elcewazê pêk hat jî wekî qeza hatiye destgirtin û 7 meh borîn lê hêj îdeaname nehatiye amadekirin.    * Koçberiya penaberan a li ser Gola Wanê demek dirêj e bi keştiyên masîvanan tê kirin. Welatiyên li herêmê dijîn van agahiyan baş dizanin. Lê çawa dibe ku agahiya rayedaran ji vê trafîkê tune ye.    * Ji ber li herêmê demek dirêj pevçûn heye, li ser sînorê Îranê bi taybetî piştî kalekoll hatin avakirin û balafirên bê mirov li herêmê digerin, çawa çê dibe koçber bi komî sînor derbas dikin. Ev kom çawa heta Wanê bê pirsgirêk tên. Ev balkêş e.    * Dîsa di navbera Wanê û Bajarên din de 24 saetan esker û polîs nobetê digirin. Ji ber vê yekê penaber û koçber rîskê didin ber çavan û xwe li mirinê diqelibînin. Penaberên li van nokteyên kontrolê tên girtin jî daxwazên wan ên parastin û stariyê li ber çavan nayên girtin. Piştî demek dirêj li van kampên vegerê tên girtin dîsa wan dersînor diin.   * Wekî tê zanîn Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK-UNHCR) di sala 1997'an de li Wanê ofisa qadê vekir. Bi vê ofîsê kesên nû dikevin Tirkiye û li qadê digerin dixin bin qeydan.  BMMYK di îlona 2018'an de xebatên penaberan a Wanê dewrî Tirkiyeyê kiriye û ofîsa qadê girtiye. Di vê komkujiya komî de bêdengiya BMMYK û Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) balkêş e.    * Di şexsê Wanê de ji ber bê pergaliya stariya koçberiyê, bûye têkoşîna li dijî koçberiyê û penaberên li ser sînor û derve tên girtin daxwaza wan a penaberiyê nayê qebûlkirin.    PÊŞNIYAR    Pêşniyarê komîsyona Baroyê wiha ne:    “* Divê Serdozgeriya Komarê ya Wanê  bûyera di 27.06.2020'an de li Gola Wanê pêk hat u bûyera li Elcewazê pêk hat bi hev girê bide. Dozgerê Elcewazê bi hevre vê dozê bişeşînin. Divê lêpirsîn li gorî xala 2'an a PMME'ê yê mafê jiyanê û xala 82'an a TCK'ê ya sucê kuştina mirovan bê meşandin.    * Divê têkildarî bûyerê lêkolîn û lêpirsînek serbixwe û bê alî bê meşandin.    * Divê dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bînin û vê meseleyê nekin bazirganî.    * Tivê komara Tirkiyeyê fikara erdnîgariyê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî bi dawî bike. Divê polîtîkayên ewlehiyê zelal bimeşîne.    * Divê li Wanê di nokteyên lêgerin û kontrolê de nokteyên ku penaber serî lê bidin û mafê stariyê bixwazin bên avakirin.    * Divê der barê personelên li ser sînor peyvirê dikin, hebûna malê wan bê lêkolînkirin. Divê kesên li nokteyên kontrolê peyvirdar bi rêk û pêk bên perwerdekirin.    * Divê venertina li ser gola wanê bêtir bê zêdekirin.