Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin 2020-08-05 15:01:05 ŞIRNEX - Hat hînbûn ku di operasyona eskerî ya li Heftanînê dewam dike de şer qewimî, 2 cerdevanên li ser nifûsa Hezexê qeydkirî bûn hatin kuştin û bi 5 cerdevanan re gelek leşker birîndar bû.      Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a di 15’ê Hezîranê de, li herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin dewam dike. Gelek cerdevanên Şirnex û Colemêrgê jî, beşdarî operayonê bûne û dem bi dem şerên dijwar li herêma operasyonê rû didin.    2 CERDEVAN HATIN KUŞTIN    Hat hinbûn ku heya roja îro li herêma ku operasyon lê dewam dike de, gelek esker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di heman demê de, hat destnîşan kirin ku di şerê duh rû da de 2 cerdevanên li ser nifûsa navçeya Hezex a Şirnexê qeydkirî bûn hatin kuştin û bi 5 cerdevanan re gelek leşker birîndar bû.       SERDANÊN LI SER SÎNOR ZÊDE BÛN    Li aliyê din, liv û tevgera eskerî ya li ser sînor jî dewam dike. Bi taybetî li herêmên li ser xeta sînorê Şirnexê tim şer diqewime. Bi vê yekê re bal kêşe ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, Wezîrê Parastina Mîllî Hûlûsî Akar û fermandarên TSK’ê her tim herêmê ziyaret dikin.