RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin 2020-08-06 09:03:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê (RMME) aşkere kir ku bi kuştina zarokê 16 salî Xelîl Nîhad Şêxo li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê, ji sala ji 2011`an heta niha 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên eskerên Tirkiyê hatine kuştin.   Eskerên Tirkiyeyê di 3`ê Tebaxê de zarokê 16 salî Xelîl Nîhad Şêxo yê ji gundê Fêrkan ê navçeya Şera ya kantona Efrînê, kuştin. Xelîl ji ber zextên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê hewl da ji Efrînê derkeve. Dema ku sînor derbas dikir, eskerên Tirkiyê 3 gule berdan zarokê Efrînî û ew kuşt. Piştre rakirina nexweşxaneyeke bajarê Kilis ê Tirkiyeyê bizûv û navdilên laşê wî dizîn. Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîma Şêxo têkildarî mijarê ji Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Firas Îbrahîm re axivî. Şêxo kuştina Xelîl Nîhad Şêxo û diziya organên laşê wî bi sûcekî şer bi nav kir û got: "Divê rêxistinên navnetewî û rêxistinên mafên zarokan hesabê ji Tirkiyê bixwazin."  Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û got: "Kiryarên dewleta Tirk li dijî sivîlên Efrînê, qanûn û peymanên navnetewî yên NY`yî bin pê dikin."   DI TÎRMEHÊ DE 78 WELATÎ REVANDIN   Şêxo destnîşan kir ku di Tîrmeha borî de li kantona Efrînê ya dagirkirî îstixbarat û çeteyên Tirkiyê nêzî 78 welatiyên ku ji wan 4 jin û 4 niştecihên biyanî hene, revandin. Her wiha 12 sivîlên din ku jinek jî di nava wan de heye êşkence kirin û çarenûsa 3 zarokên wendayî ne diyar e. Şêxo li gorî çavkaniyên xwe yên taybet ji Efrînê eşkere kir ku fermandarê çeteyên bi navê "Emşat" ên li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata bi hevkariya çeteyê bi navê Ebî Cîhad ku fermandarê çeteyên Semerqend e, li gundên girêdayî Mabata mewsima simaqê û gozan a sivîlên navçeyê dizîn û firotin bazirganên li Efrînê. Şêxo diyar kir ku di salên borî de tenê li gundê Kaxirê mewsima gozan 300 ton bû. Her wiha destnîşan kir ku gundên navçeya Mabata bi darên gozê, behîv û fêkiyan navdar in û ji destpêka dagirkirina Efrînê ve çeteyên Tirkiyê wan berheman didizin.   DARAN QUT DIKIN Û DIDIZIN   Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha lê zêde kir: "Niştecihên biyanî tevî çeteyên Semerqend li navbera gundê Hec Qasimo û gundê Misteşûra hewl didin rêyeke çiyayî vekin û daran qut dikin. Li gorî SOHR`ê zêdetirî 20 alav ji bo qutkirina daran tên bikaranîn, da ku çete li herêmên dagirkirî pê bazirganiyê bikin."