Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne 2020-08-06 09:34:26 ENQERE - Rêvebera Odeya Tabîban a Enqereyê Dr. Gulgun Kiran, bal kişand ser zêdebûna şewba vîrûsê û got: "Li Enqereyê di unîteyên venêrtina zêde de cih nemaye."  Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), 2 roj berê raporek parve kir. Di raporê de diyar kir ku piştî pêvajoya "Asayîbûnê" her roj li Enqereyê nêzî hezar mirov bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) dikeve. Midûriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê jî piştî rapora ATO daxuyanî da û aşkere kir ku li Enqereyê rêjeya tijîbûna nexweşxaneyan ji sedî 50 ye. Li Unîteyên Beşên Venêrtina zêde jî ji sedî 63 tijî ye.    Têkildarî mijarê Rêvebera Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Dr. Gulgun Kiran, li ser lêkolînê û rewşa vîrûsê ya li Enqereyê axivî.  Kiran, anî ziman ku li gorî wan agahî ji xebatkarên tenduristiyê yên li qadê çalak dixebitin girtin û çavdêriyên li herêmê kirin, raporek amade kirin û wiha got: "Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê rêjeya tijîbûna nexweşxaneyan ji sedî 50-60 e. Lê em dizanin ku li hemû nexweşxaneyên pandemiyê kapasite pir dijî ye û hêjmara nexweşan pir zêde ye. Midûrê Tenduristiyê yê Enqereyê hemû nexweşxaneyên taybet, yên zanîngehê û yên cemaweriyê dixe nav û rêjeyê aşkere dike. Beriya cejnê hêjmar derket asta jor."    Kiran, anî ziman ku piştî pevajoya asayîbûnê di meha Tîrmehê de hêjmara kesên bi şewbê ket pir bilind bû û beriya cejnê hêjmar derket asta herî jor û wiha  got: "Êdî nexweş wekî berê nayên şopandin. Nexweşxane êdî têr nakin. Li gelek nexweşxaneyan êdî du 2 nexweş li odeyekê tên razandin. Di destpêka pandemiyê de jî ne wisa bû. Niha nexweşxaneyên pandemiyê dijî bûne. Êdî mirov li pêş nexweşxaneyan dikevin dorê. Gelek mirov bi şewba Covid-19 nin. Lê nayê zanîn. Ji ber vê yekê temasa bi van mirovên nayên zanîn re pir zêde ye. Ev rewş bi taybetî xizmetkarên tenduristiyê dixin bin rîskek gelek mezin."    Kiran, bal kişand ser vekirina dibistanan jî û wiha lê zêde kir: "Em dixwazin bawer bikin ku hemû tedbîr hatine girtine û dibistanan vedikin. Ger ku tedbîr nehatibin girtin, piştî dibistan vebin, dê şewb dîsa zêde bibe û dibistan dê dîsa bên girtin. Mixabin xuya dike ku heta 2 salan em nikarin xwe ji vê şewbê xelas bikin. Ji ber vê yekê divê tedbîrên cemaweriyê bêne zêdekirin."