Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike 2020-08-06 10:10:53   DERSIM - Hat diyar kirin ku xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike û valekirina ava Bendava Ûzûn Çayirê jî hîna dewam dike.   Xebatên lêgerîna ji bo dîtina Xendekara Refa 2’yemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzruê ya Dersimê Gulîstan Dokû di 6’ê Tîrmehê de hatibûn bi dawî kirin. Hat diyar kirin ku xebata lêgerînê wê sibe dîsa dest pê bike. Di heman demê de valekirina ava Bendava Ûzûn Çayirê jî hîna dewam dike.    Xwişka Dokû Aygul Dokû, da zanîn ku sibe wê binavger bên cihê bûyerê û dest bi xebata lêgerîna bin avê bikin.