Walî gelê Dersimê kir hedef 2020-08-06 11:01:09   DERSIM – Waliyê Dersimê Mehmet Alî Ozkan, derbarê berteka ku ji bo projeya Avzêmên Mûnzûrê hatibû nîşandan daxuyanî da û gelê Dersimê kir hedef.    Li navçeya Pulurê ya Dersimê, li gel bertekan jî ji bo avabûna ku li Avzêmên Mûnzûrê yên ji aliyê eliwiyan ve pîroz tên qebûlkirin, gavên destpêkê hatin avêtin.  Maşîneyên zirxî ku ku duh ketibûn avzêman, dest bi rakirina tezgehanên esnafan kirin. Li herêmê li dijî vê hewldanên bertekên zêde hene.    Waliyê Dersimê Mehmet Alî Ozkan, derbarê berteka gelê herêmê de daxuyaniyeke nivîskî da. Walî Ozkan, di daxuyaniya xwe de gelê herêmê hedef nîşan da û angaşt kir ku dersimî di nav hewldanên ku Avzêmên Mûnzûrê li gorî navê xwe bi kar bînin de ne û xwest ku vê derbarê de dersimi neyên guhdarkirin.